Jinên li Îzmîrê: Cezayê ku dan Ayşeyê siyasî ye 2021-10-26 09:06:31   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanê cezayê li Berdevka Demî a TJA’yê Ayşe Gokkan hatiye birîn dan û diyar kirin ku ew ligel TJA û Ayşeyê ne. Jinan banga derkevin qadan kirin.   Rûniştina Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di 20’ê cotmehê de li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin û 30 ceza lê hat birîn. Bertekên li dijî cezayê hatiye birîn didome. Jinên Îzmîrê diyar kirin ku bi vî cezayî dixwazin çavê jinan bitirsînin û tevgera jinan a kurd îzole bikin. Jinan peyama ‘em ligel TJA û Ayşeyê ne’ dan.   Ji bo jinên ciwan peyam   Ji Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Îdîl Ugurlu bi lêv kir ku Ayşe jineke ku li dijî pergala serdest ya mêr têkoşîn meşandiye, Leyla Guven jine ku ji aliyê jinên cîhanê ve rêzariyê dibîne ya pêşenge û got: “Pergala serdest ya mêr di şexsê Ayşeyê de dixwaze têkoşîna jinan ceza bike. Nîvê temenê mirovan 30 sal e. Bi cezayê hatiye dayîn peyama ‘hûn têkoşîna jinê bidomînin wê dawiya we jî wek ya Ayşeyê be’ didin jinên ciwan.”   ‘Biryarek siyasiye’   Îdîlê destnîşan kir ku bi ceza dixwazin çavê jinên tevlî têkoşînê dibin bitirsînin û wiha daxuyand: “Dixwazin tevgera jinên kurd tenê bihêlin. Gelo Ayşe Gokkan çi kiriye? Delîl çi ne? Biryarek qestî ya siyasî hat girtin. Kesek derdikeve, nîşan dide û mirov tên girtin. Ji atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê serbixwe nîne. Divê em nîşan bidin ku Ayşe ne tenê ye, jina ku têkoşînê dimeşîne tenê nameşe.”   ‘Sûcdarî alava hedefa siyasî ya desthilatdariyê ye’   Ji Mor Şarmaşikê Berfîn Kaya bi lêv kir ku bi vê pêkanînê dixwazin têkoşîna azadiya jinan ceza bikin û ev tişt anî ziman: “Tirkiye êdî sûcên alîkariya rêxistinê, propaganda rexistinê, di hedefên xweyên siyasî de wek alav bikar tîne. Ayşe berê hevşaredar bû. Êrîşên destkeftiyên jinan û civakî hat kirin. Desthilatdarî bi dozê eletewş dixwaze têkoşîna jinan belav bike, berdin hev. Em femînîst destûr nadin vê. Em ligel Ayşe û hemû girtiyên siyasîne. Em têkoşîna xweya li dijî patrîyarkal kapîtalîzmê didomînin.”   ‘Ceza nadin tecawizkaran’   Ji Piştevaniya Mor Denîz Uslu wiha nirxandin kir: “Hewl didin ku jin siyasetê nekin, gotina wan bibirin, bikin bin zextê. Em ê hem ligel TJA û hem jî gel Ayşeyê bin. Ji bo Ayşe berat bike em ê hewl bidin. Li vî welatî ji bo tecawizkaran ceza nayê dayîn. Lê yên têkoşîna jinê didin tên cezakirin.”   Ji bo tevlîbûna qadan bang   Ji Ciwanên Demokratîk a Nû Zîlan Tayboga jî diyar kir ku wê li dijî dijhiqûqiya li hember Ayşeyê bêdeng nemînin û  wiha bang kir: “Ev êrîş li hember hemû jinên Kurd û jinane. Bi armanca desteserkirinê ev tê kirin. Ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo Ayşe û hemû jinên têkoşîna jinê didin dakevin qadan.”