'Bêrîtanê çiya wekî evîn û hebûnê didît' 2021-10-25 09:02:56   Hêlîn Asmîn   ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Starê ya Kantona Efrînê Şêrîn Hesen li ser jiyana Gulnaz Karataş (Berîtan Hêvî) axivî. Şêrînê wiha got:"Bêrîtanê çiya wekî evîn û hebûnê didît."   Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) ya PKK'yî di 25'ê Cotmeha 1992'yan de di şerê QDP û dewleta tirk ê li dijî PKK'ê de ji bo teslîm nebe çeka xwe şikand û xwe ji zinarê avêtibû. Piştî wê dîrokê şûnde Bêrîtanê di dîrokê de bi têkoşîna xwe her hat bibîranîn. Gelek kesan navên zarokên xwe kirin Bêrîtan û li têkoşîna wê xwedî derketin. Têkildarî salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) Endama Koordînasyona Kongreya Starê ya Kantona Efrînê Şêrîn Hesen axivî. Şêrînê bal kişand ser têkoşîn û hêviya Bêrîtanê.    'Bêrîtanê li hember zihniyeta desthilatdar têkoşiya'   Şêrînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Bêrîtanê û ev tişt got:"Di destpêkê de ez di şexsê Şehîd Bêrîtanê de hemû pakrewan û lehengan bi bîr tînim. Bi rastî dema ku mirov behsa Heval Bêrîtanê dike sê tişt tên bîra mirovan. Yek têkoşîna li dijî zihniyeta serdest a bi salan e didome û rastiya jinê. Dema em lê dinêrin her tim dihat xwestin jin bê hêz û moral bê hiştin. Sînor ji jinê re dihat danîn û dihat gotin tu yê heta vê astê kar bikî û tu ji derveyî vêya nikare bikî. Lê Bêrîtanê li hemberî zihniyeta desthilatdar têkoşîn da û berê xwe da çiyayên azad. Wê careke din nêrînên ku li ser jinê hatibûn ferzkirin vala derxist."   'Bêrîtanê çiya wekî evîn û hebûnê didît'   Şêrînê da zanîn ku Bêrîtanê bi çalakî û tevgera xwe bandor li ser gelek ciwanan kiriye û wiha pê de çû:"Çawa Bêrîtanê berê xwe da qadên azadiyê, Bêrîtanê di her warî de bû mînaka jiyanê. Ji ber ku Bêrîtanê çiya ji xwe re wekî evîn û hebûnê didît. Li hemberî xeta îxanetê sekinî. Hevala Bêrîtanê di kesayeta xwe de xeta îxanetê bê bandor hişt. Bi taybet jî îxaneta wê demê ya ku di navbera pêşmerge û dewleta tirk de  vala derxist. Bêrîtanê di têkoşîn û sekna xwe de da diyarkirin ku wê tu carî îxanetê di Kurdistanê de bi ser nekeve û her tim xeta berxwedanê dê bi ser bikeve."   'QDP dijminatiyê bi kurdan dike'   Şêrînê bal kişand ser îxaneta QDP'ê û wiha got:"Ji destpêka tevgera azadiyê heta roja me ya îro em dikarin bêjin îxaneta QDP'ê berdewam e. Wekî mînak dema ku Dayikên Aştiyê diçin li ber sînoran, cenazên zarokên xwe dixwazin, ev diyar dike ku xeta xiyanetê berdewam e û  heta roja me ya îro jî QDP bi kurdan dijminatiye dike. Bi vê yekê dixwazin carake din doza kurdan vala derxînin. Ji ber vê piştgiriyê dide dijminê kurdan. Lê bi fikir û felsefeya Rêbar Apo û bi projeya Netewa Demokratîk kurd di her awayî de pêşeng in. Bi taybet jinên bi israr. Em vêya di şexsê hevala Bêrîtanê de dibînin. Ew ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûye pêşeng."   'Me baweriya xwe ji şehîd û  Rêberê xwe girtiye'   Şêrînê bal kişand ser rastiya jinê ya derketiye holê û wiha bi dawî kir:"Di şexsê Bêrîtan û Zîlanan de em weke jin bi her awayî dikarin berxwedanê bikin. Ji ber ku şehîdên me rastiya jinê ya ku sed salan e heye derxistin holê. Jinên ku şer dikin, teslîm nabin. Bi îrade û hebûna xwe diafirînin. Em jî wan ji xwe re mînak digirin. Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê heta niha jinê di her qadê de cihê xwe girt û pergala xwe ava kir. Bi taybet jî jinan di berxwedana YPJ'ê ya ku li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê de cihê xwe girtin. Ev berxwedan li seranserê cîhanê ji jinan re bû îlham. Em hêza xwe ji şehîdên xwe û ji fikir  felsefeya Rêber Apo digirin. Ger îro me jî weke jinên Efrînê 58 rojan li Efrînê li berxwe dabe û heta niha jî em li berxwe didin, ez dikarim bêjim em baweriya xwe ji şehîd û Rêberê xwe digirin.''