'Xwedî li pênûs û berhemên nivîskarên di zindanan de derkevin' 2021-10-23 09:19:20       Sema Çaglak   AMED - PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd dê di 24'ê Cotmehê de bernameya îmzekirina pirtûkên nivîskarên di zindanan de li dar bixin. Nivîskar û Rojnameger Roza Metîna ji bo bernameya roja îmzekirinê wiha bang kir:"Bila hemû kurd xwedî li pênûs û berhemên nivîskarên di zindanan de derkevin."   PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo nivîskarên di zindanan de dê di 24'ê Cotmehê de li Pirtûkxaneya Lîlavê ya li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê, bernameya îmzekirina pirtûkan li dar bixin. Di bernameyê de wê pirtûkên nivîskarên di zindanê de Medya Yaklav, Mizgîn Ronak, Osman Menaf, Ehmedê Bilokî û Ahmed Huseyîn werin îmzekirin. Wê bername di navbera saet 14.00 û 17.00'an de pêk were. Têkildarî bernameya roja îmzekirinê Nivîskar û Rojnameger Roza Metîna axivî.   'Nivîskarên li zindanan bi pênûsa xwe ya azad ji bo wêjeyê xizmet kirine'   Rozayê di destpeka axaftina xwe de diyar kir ku nivîskarên di zindanan de tevî şert û mercên dijwar tim ji bo wêjeya kurdî, çand û hunera kurdî xizmet kirine. Rozayê wiha dewam kir:"Dema em lê dinihêrin nivîskarên di zindanan de ji bo wêjeya kurdî gelek xizmeteke bi nirx dikin. Di zindanan de zext û zordariyek heye. Lê belê tevî vê yekê berxwedanek jî heye. Nivîskarên di zindanan de bi pênûsa xwe ya xurt, bi îradeya xwe ya azad her tim ji bo wêjeya kurdî çand û dîroka xwe xizmet kirine. Ji ber vê yekê em jî dixwazin hem wekî PENa Kurd hem jî wekî Komeleya Wêjekarên Kurd li pênûs û berhemên wan xwedî derkevin. Bi rastî jî nivîskarên di zindana de bi hesasiyetek mezin dinivîsin û hewil didin pirtûkên wan bên çapkirin. Loma me xwest di heman demê de em bibin dengê wan. Ji zindanan berhemên gelek baş û hêja derdikevin. Ji ber vê yekê ew roja ku em ji bo wan li dar bixin gelekî girîng e."   'Dora 102 nivîskarên kurd di zindanan de ne'   Rozayê destnîşan kir ku li gorî daneyên lêkolînên Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd dora 102 nivîskar di zindanan de ne û wiha pê de çû:"Di 24'ê Cotmehê de em ê li pirtûkxaneya Lîlavê ji bo girtiyên di zindanan de roja îmzeyê li dar bixin. Heta niha wekî Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd, ji bo nivîskarên di zindanan de me lêkolîn kir. Li gorî lêkolînên me dora 102 nivîskarên kurd di zindanan de ne. Dibe ku ji vê hejmarê zêdetir nivîskarên girtî hebin. Me xwest em ji bo hemû nivîskarên di zindanan de roja îmzeyê li dar bixin. Niha me navê 5 nivîskaran diyar kiriye. Em ê di destpêkê de bernameyê li Amedê pêk bînin. Lê dûre em ê li Mêrdînê ji bo nivîskarên di zindanan de roja îmzeyê li dar bixin. Piştre li Cizîr, Wanê jî heman bernameyê em ê li dar bixin. Her carê jî ji bo  5 nivîskarên cuda em ê vê bernameyê çêkin."   'Em dixwazin xebatên me yên ji bo nivîskaran mayînde bin'   Rozayê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên din ên di nava plansaziya bernameya ji bo nivîskarên di zindanan de û wiha bi lêv kir:"Piştî bernameya roja îmzeyê em ê ji nivîskarên girtî re nameyan bişînin. Em ê wêneyên roja îmzeyê bikişînin û ji wan re bişînin. Ne tenê bernameya îmzekirinê di heman demê de em ê bi rêya zoomê bi qasî 15-20 deqeyan berhemên nivîskarên ku me ji wan re roja îmzeyê li dar xist bidin naskirin. Ango li ser naveroka berhemê wan û kurtejiyana wan jî em ê bernameyekê li dar bixin. Em ê bernameyê jî li ser qenala Youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd belav bikin. Her wiha wekî PENa kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd dê ji bo 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de ya pêşiya me jî, hewil bidin ku wekî panelekê li dar bixin. Dîsa qert û nameyan bişînin. Ango em dixwazin ev xebatên me yên ji bo nivîskaran daîmî be. Em ê vê xebatê bikin xebateke mayînde. Belkî ev xebat 3 salan jî bidome. Em armanc dikin ku ji bo hemû nivîskaran xebatê bikin."   'Ev xebat di heman demê de berteka li dijî binpêkirina mafan e'   Rozayê di heman demê de têkildarî zext û zordariyên li ser nivîskarên di zindanan de jî sekinî û wiha axivî:"Dema em dinihêrin pirtûkên gelek nivîskaran hatiye qedexekirin û her wiha nahêlin ji wan re pirtûk jî bê şandin. Ew kelecana di dilê nivîskarên di zindanan de ya ku ji bo nivîsandinê û xwesteka xwendina pirtûkên wan jî tê xwestin di dilê wan de bimîne. Bi vî rengî nivîskar bi binpêkirina mafan rû bi rû dimînin. Her ku diçe mafên nivîskarên di zindanan de bi rêbazên cuda tên astengkirin û binpêkirin. Ev xebat di heman demê de berteka li dijî binpêkirina mafan e."   'Xwedî li pênûs û berhemên nivîskarên di zindanan de derkevin'   Rozayê ji bo beşdariya bernameya pirtûkên nivîskarên di zindanan de bang kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo roja îmzeyê xurt derbas bibe wê gelek sazî û rêxistinên sîvîl jî beşdar bibin. Dê hem nivîskar, helbestvan, rewşenbîr hem jî sîyasetmedar û zimanzan beşdarî bernamayê bibin. Pirtûkên nivîskaran wê ji hêla hem nivîskar hem jî ji aliyê sîyasetmedar û zimanzanan ve bêne îmzekirin. Her wiha ew ê malbatên nivîskarên di zindanan de jî beşdarî bernameyê bibin. Jixwe di çarçoveya xebatên ji bo nivîskarên di zindanan de em serdana malbatên nivîskarên di zindanan de jî dikin. Ji bo xurtkirina têkiliyê, moral û motîvasyonê em  bi malbatên wan re jî diaxivin. Di heman demê de em bang dikin û dibêjin bila hemû kurd xwedî li pênûs û berhemên nivîskarên di zindanan de derkevin. Em di roja bernameya îmzeyê de li benda hemû kesan e."