Jina li cihê ku fuhuş lê hat ferzkirin, reviya tiştên jiya vegot 2021-10-16 09:06:25   MERSÎN - Jina bi navê T.A ya li Tarusê fuhuş û hişbir lê hat ferzkirin û ji gazînoya lê didan xebitandin reviya, çû cem xizmên xwe û îfade da polîsan. T. tiştên jiya ji ajansa me re vegot.   Li navçeya Tarsus a Mersînê  gat hînbûn ku H.T û yê li fabrîkaya sebze- fêkî wek sefîr dixebitî û dîsa kesê bi navê M.T fuhuş li gelek jinan ferz kirine û hînê hişbirê kirine. Ajansa me bi nûçeyên cuda û belgeyan ev anîbû rojevê.   Yek ji van jinan T.A ye û diyar kiribû ku li Gazînoya Krîstal a Elezîzê bi zor hatiye girtin. T.A bi derfetên xwe ji wir reviya û îfade daye polîsan.   T.A ya ajansa me xwe gîhandê tiştên jiya vegot.   ‘Ez tirsiyam ji malbatê re bêjim’   T. got du sal berê H.T ew hînê hişbirê kiriye û got li fabrîqê serê wê êşiyaye û H. hişbir dayê. T wiha got: “Min ew derman girt, ez ji ser hişê xwe çûm. H. got ez te bibim malê. Li şûna min bibe malê biribûm cihekî din. Piştre wêne û vîdeoyên min kişandiye. Şantaj kir. Ez tirsiyam ji malbatê re bêjim. Pêşa min berneda. Hebên dianî min difrot. Min bikardiani. Ez êdî nediçûm fabrîqê. Min hişbir heb difrot. Lê H. wekê ez diçim kar nîşan dida. Kesên din jî bikardianîn. Ev jinên bi navê D.K, A.K û  mêrê bi navê Y.K bû.”   ‘Li ber çavên me mirov derb dikirin’   T got du sal berê zewiciye, piştî H. hişbir dayê û her tim bi gotina ez ê ji hevjînê te re bêjim tehdîd kiriye û got: “Her kesî ji H. hişbir digirt. H. digot bên gel min bikar bînin ez bê pere didim we. Ji bo kesên hişbirê bikar tînin jî ev baş e. H. du caran zewicibû. Du xaniyên wî hebûn. Em her tim dibirin mala hevjîna duyem. Hevjîna wî ya duyem D. jî ev kar dikir. Jin dixapandin. H. hişbir dida me û em difrotin. Di firotna hişbirêde ez, D.K û Y.K hebûn. Her carê em dibirin mala xwe û difrotin. Tetikêşê  M.T û H kesên li dijî H. derketiba lêdixist. Her tim li ber çavên me mirov derb dikirin.”   ‘Hatim dermankirin’   T. got ji aliyê mêran ve dihat tehdîdkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “H. digot ‘Hûn li dijî me rabin wê dawiya we jî wisa be’. Em ditirsiyan. Piştre O.D tevlî me bû. O ‘metamfetamîn’ bikardianî. H. ew jî difrot. Li bedena keçikê birîn çêbûn. Ji ber madeya bikardianîbû. H.  jê re digot ‘cihekî ez dizanim heye, li wir tu dikarî heta dixwazî bikar bînî’. Keçik şand gazînoyek li Enqereyê. D.O ji Enqereyê vegeriya ez çûm cem. Min hişbir bikaranî, malbata min l imin geriya. Ez tirsiyam û min biryar da bi D.O re hetim. D.O li H. geriya û got ew jî tê. H. got ‘Bila T bê ji xwe pere pêwiste.’ Beramberê me pere qezenc dikir. Ez çûm Aksaray a Enqereyê ez poşmam bû. Malbata min geriya, min rewş vegot. Min xwest vegerim. Malbat hat cem min. Ez derman kirim. Ez li Navenda Lêkolina Dermankirina Hişbir û Akole derman bûm. Lê li wir dermanek nedan. Hefteyek mam li wir. Min li AMATEM a Edenê randevu girt. Li wir dermanên giran dan min. Ji ber ranedizanim her tim hişbir bîra min de bû, diketim krîzan.   ‘Ez tirsiyam ku zirarê bidin malbata min’   Min telefona dayika xwe bi dizî girt û ji H. hişbir xwest. H. got ez ê deynim ber derî. Min jî ji wir digirt û bikardianîn. Min digot ez pere piştre didim te. Ev du sê meh berê hatin jiyîn. Min hem derman û hem jî hişbir bi hev re bikar dianîn. Dayika min fêm nedikir. H. peyam şand got ya tuyê pere bidî yan jî ez ê te bişînim. Deynê min pir bibû, min nizanibû ez çawa bidim. Ez biçûma qerekolê bi H re ez ê jî bihatama girtin. Ji ber min ji H. hişbir dixwest. Rojekê ji mal revyam. Malbatê ez dîtim, ji bo dermankirinê alîkarî dan min. Wê demê min hişbir bikarnedianîn. Piştre me mala xwe guhert. Lê dema me mal diguher hevalê H. li ber derê me. Ez tirsiyam.   ‘Me 4-5 wesayît guhert’   Rojekê yekî hişbir danî ber derê xwişka min. Ev ji bo min dikirin. Ez çûm min hişbir girt, wesayîtek li kolanê bû. Bi saetan neçû. Ez jî li wesayîtê siwar bûm çû. Me 4-5 wesayit guhertin.  Li nokteyek kontrolê, polîsan ez birim qerekolê.  Saet 00.30 bû.  kesê di wesayîtê de got ji polîs re bêje ez bi daxwaza xwe çûme. Min jî wisa got.    ‘Navê min êdî Asena bû’   Em çûn Gazînoya Krîstal. Em li maseyekê rûniştin.  Gotin jinên bi muşteriyan re eleqeder dibe bişopîne. Min heta sibehê ew temaşe kirin û min mêze kir ku çawa dixebitin. Jin hatin gel min û gotin ‘tu çawa hatiye vir, kê tu anî vir?’  Kesên ez anîbûm gotin wiha bêje ‘Ez zewicîm, min dest ji mêr berda, zarokek min heye, min winda kir psîkolojiya min xera bû. Malbatê ez red kirim. Min jî xwe li vir dît.’ Navê min jî êdî li wir êdî Asena bû.   ‘Em bi numareyên veşarî li malbatê digeriyan’   Em birin pansiyonekê. 5 jin hebûn. Odeya her kesî cuda bû. Li wir kesên ew der diparastin hebûn. Me nikaribû tenê tiştek bikira. Em ji pansiyonê dibirin gazînoyonê ji wir jî dianîn. Nedihiştin em kesî bibînin. Her roj digotin li malbatê bigerin û bêjin cihê me baş e li me negerin. Min jî wisa digot. Jinek hebû. Bi veşarî telefon bikardianî. Digot ez ê alîkarî bidim te em ê bi hev re ji vir derketin. Ez ewil tirsiyam. Wê jinê di 4 an jî 5’ê cotmehê de telefona dayika min xwest. Min dayê. Got ‘ez li derve bûyerê derdixim tu bi malbatê re biaxive’. Telefon danî odeyê. Ez li dayika xwe geriyam. Min got min xilas bibin. Lê dayika min bawer nekir. Jina alîkarî da min dixwest biçe malê. Lê ji ber vê porê wê guzan kirn.  Her tim li jinan dixistin. Psîkolojiya me xera bû.   ‘Heb didan me’   Wan cilê me li me dikirin. Êvarê 8’an de em dibirin gazînoyê. Muşterî dihatin me silav didan wa. Em neçaribûn bikenin û kêfa wan bikin. Ji bo em vê bikin jî dermanê cesaretê didan me. Em heta 4’ê sibehê li wir bûn. Rojekê min xwest ji wir derkevim.Ez derb kirim. Gotin ‘bila H. 50 hezar bişîne em te berdin. Tu hatiye firotin.’ Rojekê rewşa min nebaş bû. Bala muşteriyekî kişandibû. Gazî min kir. Got çi bûye. Min got ez naxwazim li vir bimînim. Got ez dikarim alîkarî bidim te. Ez tirsiyam. Nasname da min. Min jî ya xwe dayê. Piştre dîtine min nasname dayê. Ew mêr derxistin û li min jî hêrs bûn. Piştî wê nehiştin ez tiştekî bikim. Wî mêrî numare nivîsibû kiribû çenteyê min. Min veşartibû.  Ez lê geriyam lê venekir. Du rojan neçûm gazînoyê. Ew mêr dîsa hatibû wir. Rojekê polîs bi ser wir de girt. Min jî got bi zorê min li vir digirin.   Ez birim qerekolê. Ez li dayika xwe geriyam, li wî mêrî geriyam. Min xwest alîkariyê bide min. Got li derveyê bajêrim. Polîsan ji bo gazînoyê got ‘Qet pê re mijûl nebe,  gilî neke ma tuyê bi dadgehê re mijûl bibî? Biçe mala xwe.’ Nehiştin ez gilî bikim. Ez çûm cem malbatê. Ez niha ligel malbatê me. Dixwazim ji vê çiravê xilas bim.”   ‘Mêr nû hatibû kuştin’   T di axaftina xwe de daxuyakirin ku H.T û hevalê wî M.T bi çekê li gelek kesî xistine û wiha got: “Bi dehan carî ligel me li kesan xistin. Hevalên wan yên polîs hebû. Navê wî Ahmet bû. Lê nizanim navê wî yê rast bû an na.  Ahmet dosyayên wan digirt. Rojekê em li mala H. bûn. Ew polîs jî ligel me bû. M.T bi fikar hat.  Got ‘Ev kar temame. Ahmet beriya ji vir herî divê dosyayê bigirî.’ Ji ber tayîna Ahmet derketibû wisa digotin. Ahmet jî beramberê vê pere digirt. Wêneyê mêrê kuştibûn nîşandan. Avêtibûn çemekî. Wêne bi M.T re hebû.  Ew mêr nû hatibû kuştin û qet di nûçeyan de derneket.   Telefon ji destên me digirtin   Ji bo tiştên kirine dernekevin holê, numareyên xwe û yên me guhertin. Telefon ji min re girtin. Bi wêneyên me yên kişandibûn şantaj dikirin û gazî me dikirin. Em jî ji tirsan diçûn. Dema em diçûn wir telefon ji destê me digirtin. Li gazînoya Enqereyê kesekî bi pereyên gazînoya Elezîzê re mijûl dibe heye. Wek menejer her kes  wî dizane. Roja ez ji gazînoyê reviyam peyam ji dayika min re şandiye:Keça we kiriye 155. Bila agahiya we hebe.’ Xwestiye xwe wek qehreman îlan bike. Lê her tiştî ew bixwe dike.”