Hewl tê dayin ku delîlên di dosyaya Dedeogullari de bên veşartin 2021-10-15 15:05:13     Oznur Değer    KONYA - Qeydên telefonê û nivîsên medyaya dîjîtal ên malbatên Çalik û Keleş li dosyaya lêpirsînê ya malbata Dedeogullari ya hat qetilkirin hatin zêdekirin.    Ji malbata Dedeogullari ya Qersî ya li navçeya Meramê ya Konyayê dijiya 4 jê jin 7 kes ji aliyê malbatên Çalik û Keleş ên cîranê wan bi êrişa nîjadperestî rû bi rû mabûn û di 31'ê Tîrmehê de li malên xwe hatibûn qetilkirin. Bersûc Mehmet Altun ê komkujî pêk anî û ji malbata Çalik û Keleş bi tevahî 13 kes di çarçoveya dosyaya lêpirsînê de hatin girtin û di dosyayê de pêşketinên nû çêbûn.    Me xwe gihaşt nivîsên medyaya dîjîtal ên malbatên Çalik û Keleş ên wekî gumanbar di dosyayê de cih digirtin. Ev nivîsên medyaya dîjîtal ên berî qetilkirina malbata Dedeogullari ne. Her wiha qeydên telefonê yên V.K. ê piştî êrişa li dijî Dedeogullari hat girtin ên bi lawê wî A.K. û keça wî H.K. hatin bidestxistin. Di qeydan de gotinên nîjadperest jî hatine bikaranîn.     Beşek hevdîtina telefonê ya V.K bi kurê xwe A.K. pêk aniye wiha ye:   “V.K.: Kurdan aqil girtin?   A.K.: Kurdan aqil girtin   V.K.: Ji wir derketine?   A.K.: 2 rojî razandine bijîşkan biryar dane ka wê emeliyat bibin an na. Biryar dane 2 roj derbas bûn.    V.K.: Eee, bûye?   A.K.:  Piştre emeliyat nebûye. Roja duduyan derxistine. Jixwe em li aliyê edliyeyê bûn.    V.K.: Hmm, xisar di yên din de hebû?   A.K.: Milê keçeke wan şikestî ye, milê kurdê mezin şikestî ye. Jixwe ew Metîn heya zaten di serî wî de 3-4 birîndar e.    V.K.: Birîndar e?   A.K.: Erê. Ew keça mezin tiliya wê şikestiye. Bariş jî heta hefeteyekê dê bi ser hemdê xwe bê. Milên wê keça navîn jî şikesiye.    V.K.: Ew keçika biçûk tiştekî wê tune ye ne?   A.K.: Na.   V.K.: Ew heya dema S., gihaştiye ew li malê bûye. Ew hena em çûn mal hilweşandibûn bawer im. Ji xwişkê bêje wiha wiha. Bila şahidekî bibînin. Tu ji S. pirs bike.    A.K.: Tamam.   V.K.:Bibê wiha wiha kirine, cam şikestî bûn? Ger ne şikestîbe şahidan binivîsin. Temam? Bi parêzerê wî re bidin axaftin.     A.K.: Tamam tamam. Em ê zaten wî û parêzerê wî bînin gel hevdu. Em ê niha jî hevalên wî wiha bikin.    V.K.: Mal tar û mar kirine. Wiha kirine ne?   A.K.: Erê wiha kirine.    V.K.: Çîqê tirî hilweşandine. Ew kengî wiha kirine yên mal qet nedîtine?   A.K.: Wele ew piştî çîqê çêkirine berî yên lêkolînê bikin werin çêkirine.    V.K.: Tamam, wê demê yên li mala me nedîtine?    H.K.: Polîsan ji her kesî re digotin herin malê xwe.   A.K.: Piştî ambulans derketine polîsan her kes belav kirine.    V.K.: Kes nemaye ha?   H.K.: Meta min hebû. A. hat. Heta yên meheleya polîsan...   V.K.: Hûn bi wî mêrî re hatin gel hevdu?   A.K.: Na.   V.K.: Ka biryara me teqez bû hîn hûn derneketine.    A.K.:  Hatice wê rojê telefon li malê hiştiye.    V.K.: …Roja yekşemê geriyaye?   A.K.: Roja duşemê geriya.    V.K.:Roja yekşemê ya yekşemê geriyane. Dîsa heman tişt....Dikare dirêj bibe. Her roj dibe rojeke telefonê tu dizanî? Di 17'ê mehê de hevdîtin heye tu ji bîr nekî.    A.K.: Temam.   V.K.: Gel di warê pere de hûn têkevin tengasiyê mêrekî bibînin. Yan jî deyn ji hinekan bigirin. 5-10 milyarên dinê.    A.K.: Tamam, Hüseyin zaten dibêje ez bidim.    V.K.: Heger ewk be ji wan bigirin...   A.K.: Koda pînê ya telefonê çi ye?   V.K.: 8040. Ji wê demê ve ye hatiye girtin?   A.K.: Na me negirt me şarj neqedand.    V.K.: … Ewk be pere hebû. Ger hûn pir bitengijin...   A.K.: 5 milyar bû çi bû girtibû....2 milyar dabûn Î. ye. Piştî hefteyek ji ser pevçûnê derbas bû anî da. Roja borî anî. H. jî do pereyê kayê da. 2 milyar bû çi. ...   V.K.: Tu baş î?   H.K.: Ez baş im. Em dixebitin.    …   V.K.: Cihê diya te pere xistibûyê tu dizanî?   H.K.: Jixwe em ji wir bi kar tînin.    V.K.: Çiqas heye?   H.K.: Bi qansî têr dike.  …   Nivîsên medyaya dîjîtal ên di navbera  Î.K. û S.D. jî wiha ne:   “İ.K.: We bi kêr şer kir?   S.D.: Bi cîranên me yên kurd.    İ.K.: Eynî wiha ye.”     “19'ê Hezîranê;   H.K.:Kurdan mala bi 650 milyarî firotiye. Wê demê wê ji wir herin.    R.Ç.: Wiha me bihîst   H.K.: Min nivîsandibû min gotibû heger rast be diçin.