'Dîwarên şermê li ser sînga welatê min bilind kirin' 2021-10-13 09:08:05   Medya Uren   MÊRDÎN - Fexriye Alpaslan a ku bi salane ji bo mafê kurdan têdikoşe ji bo dîwarên ku di navbera Qamişlo û Nisêbînê de hatiye bilindkirin wiha got:"Dîwarên şermê li ser sînga welatê min bilind kirin. Gel bi serhildana xwe bersivek xurt da vê dijminatiya li dijî kurdan. Ez zanim em ê bi hev re wan dîwaran hilweşînin. Heta ku ez wan rojan nebînim pêwîst e ji vê dinyayê koç nekim."   Bajarê Nisêbînê di her kêliyê de bi serbilindî navê xwe di dîrokê de da nivîsand. Bû kelha berxwedanê û ev heta roja me ya îro jî didome. Yek ji têkoşîna gelê Nisêbînê ya li dijî zext, neheqî û polîtîkayên pişavftinê lidijdertina dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de hat lêkirin e. Li dijî vê yekê Fexriye Alpaslan (63) wiha got:"Wan bi vê yekê gotin qey wê kurdan ji hevdu qut bikin lê belê em bêhtir bûn yek û me di nav van sînoran de yekîtiya xwe nîşan da."   Xebatên lêkirina dîwarê şermê yê di bin navê "pêşîgirtina qaçaxçîtiyê"de hatibûn destpêkirin bi hewildana Şaredariya Nisêbînê hatibû sekirinadin. Lê belê xebatên kolandinê di 13'ê Cotmeha 2013'an de dîsa hatibû destpêkirin. Seroka Şaredariya Nisêbînê ya wê serdemê Ayşe Gokkan li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê li herêma bi mayin li dijî çêkirina dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û ketibû greva birçîbûnê. Piştre ev girev veguherand rojiya mirinê. Li ser gotina hukumetê ya 'ew ê dîwar neyê çêkirin' di roja 9'emîn de Ayşeyê dawî li rojiya xwe ya mirinê anîbû. Li ser lêkirina dîwarê şermê wê demê Ayşeyê wiha gotibû:"Dewleta tirk Rojava ji xwe re wekî gefekê dibîne û dixwaze şoreşa li wir têk bibe. Bi lêkirina dîwarê şermê tê xwestin gelê Rojava bê îzolekirin û hatina gel hev a gelê kurd tê xwestin bê astengkirin. Hêza dîwaran ew ê têra yekîtiya vî gelî neke."    'Me gelek Ezîz  û Ezîze kirin cangorî'   Fexriyeyê bal kişand ser têkoşîna li dijî zilmê û wiha dest bi axaftina xwe kir:"Cotmeh bû, dewletê hîna nû dest bi dîwarê xwe yê şermê kiribû. Em di roja yekem de daketin qadan. Me xwe li sînor xist. Ez û zarokên xwe tev de çûn qadê. Zarokên min digot yadê temenê te mezin e tu here. Min digot ez ê jî, hûn ê jî em ê bi hev re li vir bin."Fexriyeyê dema ku qala wan deman dikir axînek ji dil kişand û got gelek Ezîz û Ezîze bûn cangoriyên vê axê, ez pîrejinek bûm ma canê min ji yê wan şêrîntir bû da ku li dijî zilmê tênekoşim.    'Têkoşîna ji bo azadiyê me kelecanî dike'   Fexriyeyê di gotinê de carinan hêrs dibû, carinan jî hestiyar dibû. Bi taybet jî dema qala yekbûna kurdan dike nikare xwe bigire û di rûyê wê de hestekî cuda xuya dike. Fexriyeyê da zanîn piştî demekê di 30’ê Cotmehê de dubare dest bi çêkirina dîwaran hat kirin û Seroka DBP’ê ya wê demê Ayşe Gokkan çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Li gorî Fexriyeyê dibêje wê jî di nav gelek welatiyan de piştgirî da van çalakiyan û têkoşîna li dijî dîwarên şermê kêlî bi kêlî hatin mezinkirin. Welatî ber bi sînor ve meşiyan û gelê Qamişloyê jî xwe gihandin cihê çalakiyê. Fexriyeyê got:"Hestekî wisa xweş me dorpêç kir ku me digot va ye kurd azad bûn. Ji ber ku di wî şerî de yekitî û berxwedan hebû, tirs tunebû. Me êş, westandin û bêhna gazê hîs nedikir. Weke ku tu bêjî em ji wan  hestên azadiyê mest bûne. Serhildana me jî têkoşîna me ya di wê rêyê de jî me kelecanî dike."   'Me careke din hêza yekitiyê dît'   Fexriyeyê dema mijarê vedibêje kelecanî dibe û wisa dewam dike:"Ji Qamişloyê bi hezaran kes aliyê din ê sînor tije kirin. Bi dirûşmên ku berz dikirin re hêz didan me. Li aliyê me jî yekîtiyeke xurt hebû. Polîsan xwest me asteng bikin. Bi hemû derfetên xwe êriş kirin. Gelek kes bi wan re ketin nava şer û yên din jî xwe li sînor dan. Êdî polis ditirsiyan. Bi wan çekên xwe jî nediwêribûn ji maşîneyên xwe jî derbikevin. Hêdî hêdî li gelek cihê Nisêbînê ev şer belav bû. Li gelek taxan heta derengê şevê jî şer berdewam kir. Di avahiya Çand û Hunerê ya Mîtaniyê de jî gelek kes di nobetê de bûn. Bi taybet êrişek dijwar li ser wan pêk hat û dora wan dorpêç kirin. Jin, zarok, ciwan û mêr, hemû gel li qadê bûn. Çiqas xweş e ku yekîtiyeke wisa û rihekî wisa di me de ava bû. Me hevdu diparast û em xwedî li axa xwe derdiketin."   'Pêwîst e em lîstokên dijmin vala derxin'   Fexriyeyê li Gundê Qesrayê yê Serçixanê ya Qosera Mêrdînê dijî û gundê wê li ser sînor di xala sifirê de cih digire. Li aliyê din xwişkên wê hene û ew jî li vî alî maye. Fexriyeyê got:"Xwestin me ji hev veqetînin, xwestin em hev ji bîr bikin, xwestin em yekîtiyê ava nekin, xwestin em bi hêz nebin. Ez û xwişka xwe ji hev qut bûn. Lê me bi serhildana xwe bersivek xurt da vê yekê. Em yek in. Me sûdek mezin ji yekîtiyê dît. Niha jî hêza wê di giyanê me de zindî dibe. Xweziya li wan rojan. Xweziya li wê yekîtiyê. Ez dizanim her tim gelê Nisêbînê wisa têkoşer e. Pêwîst e em lîstokên dijmin vala derxin."   'Dîwarên şermê li ser sînga welatê min bilind kirin'   Fexriyeyê da zanîn dê kurdê bi hev re dîwaran hilweşînin û wiha dawî li gotina xwe anî:"Gelê me bê tirs e. Jixwe her roj mirin bi çavên xwe dîtin. Ma wê ji tanq û topan bitirsin. Li aliyê din xwişkên min hene. Dema diya min jiyana xwe ji dest da, ji bo em birînên hev derman bikin me xwest em hev bibînin. Em herdu çûn Başûrê Kurdistanê me hev dît. Di navbera me de çend metre heye lê em ewqas rê çûn. Tiştê ku dikin bê wijdanî ye. Lê bila baş bizanin em tu carî ji hev qut nabin. Ji ber ku em kurd in. Ji ber ku em bi hev re xweşik in. Em ê bi yekîtiya xwe dîwarên şermê yên ku di navbera me de hatine bilindkirin hilweşînin. Dîwarên şermê li ser sînga welatê min bilind kirin. Gel bi serhildana xwe bersivek xurt da vê dijminatiya li dijî kurdan. Ez zanim em ê bi hev re wan dîwaran hilweşînin. Heta ku ez wan rojan nebînim pêwîst e ji vê dinyayê koç nekim."