'Bi girtin û binçavkirinan nikarin xwendekaran biçewisînin' 2021-10-11 09:03:26   STENBOL - Xwendekaran da zanîn ku pirsgirêka starbûna xwendekaran her kesî eleqeder dike û gotin di nokteya ku xwendekar bên tengezarkirin de divê her kes bi hev re têbikoşe.   Bi destpêkirina zanîngehan re gelek xwendekar bi pirsgrêka kirê û pereyên yurdê yên hatine zêdekirin re hatin rû hev. Ji ber Saziya Yurdên Kredî (KYK) têrî xwendekaran nekir gelek xwendekarî pirsgirêka starbûnê jiya. Xwendekar di heman demê de ji aliyê serokomar Tayyîp Erdogan bi gotina ‘qaşo xwendekar’ hedef tên nîşandan. Xwendekaran bertek nîşanê kirê dan û diyar kirin ku wan xwendine yurdên KYK’ê bên zêdekirin, yurdên taybet yên girtî ji cemawerî re bên vekirin û pereyên yurdan bên xistin û di 20’ê îlonê de dest bi kampanya ‘Em nastirin bê war kirine" û gotin heta daxwazên wan neyên cih wê li kolan û bajaran nobetê bigirin.   Em nikarin debara xwe bikin   Xwendekara Zanîngeha Yildiz Teknîk Yonca Firat got bursa tê dayîn pir komîke û li seranserê welat her tişt bihaye bi taybet li Stenbolê biha bûye û wiha dirêjî dayê: “Yurd dernakevin. Em dixwazin xanî kirê bikin ew jî bihane. Piştî dibistanê dema dimîne em dixebitin. Şertên xebatan xerabin. Di karên ku saeta wan 11 lîra ye de dixebitin. Em me dide zorê. Şev û  roja me tune. Em ji dibistanê dertên dîsa diçin dibstanê. Em nikarin debara xwe bikin. Em hewl didin azadiya aborya xwe qezenc bikin. Malbatên me jî rewşa wan nebaşin.”   ‘Daxwazên me rewa ne’   Yoncayê daxuyakirin ku pandemiyê de salek û nîvê dibistan girtîbûne û wiha dirêjî dayê: “Niha nû vebûn. Lê bi pirsgirêk vebûn. Ji ber vê me dest bi çalakiyê kir. Li welat krîzek heye. Fatura krîzê li ciwanan, karker û kedkaran tê birîn. Me dest bi çalakiya ‘bê yurd’ kir. heta daxwazên me pêk bên em ê têbikoşin. Daxwazên me yên rewane. Bila yurdên tarîkat û cematê cemawerî bikin. Bila kirê bên daxistin. Her kesê li dijî desthilatdariyê terorîst tê îlankirin. Ev nêzîkatiya wan di esasê de nîşan dide ku em çiqas mafdar û rewane. Çi dikin bila bikin nikarin rewabuna me biçewisînin.”   Yoncayê dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Ji ber em berxwe didin êrîşên me dikin, êrîş bi gotinên Suleyman Soylu dest pê kirin. Li Stenbol û Îzmîrê êrîş kirin. Di çalakiya Bogazîçî de du hevalên me girtin.  Lê em dibêjin ku binçavkirin û girtin nikarin me biçewisînin.”   ‘Em xwendekarin an karkerin?’   Xwendekara zanîngehê Eylem Firat jî destnîşan kir ku dema nû ketine zanîngehê qaşo burs an jî kredî hatiye pêşniyarkirin û wiha nirxand: “Ez krediyê digirim. Ewil 450 lîra didan. Niha bûye 650. Bi vî awayî jî deynê min zêe bû. Çawa min dest bi dibistanê kir ez deyndar bûm. Bursa digirim ji xwe têr nake. Kİrê bihane. Ez neçarim di karên bê ewle de bixebitim. Em rastî mobîngê tên. Bi taybet jin û LGBTÎ rastî tacîz û şîdeta psîkolojîk tên."   Eylem, da zanîn ku nizanin xwendekarin an karker in û nêrînê xwe anî ziman: "Me dest bi kampanya 'em nastirin’ kir. Ji saziyên cuda piştgirî hat. Roja 8’an de serokomar em hedef nîşandan. Operasyon kirin û 60 kes hatin binçavkirin. Li malbatên xwendekarên tevlî çalakiyê bibûn geriyan. Piştre belgeyeke ku 127 kes li ku dimînin amade kirin. Em ne 127 kes in. Em bi hezaran kesin. Em nikarin debara xwe bikin. Bi hedef nîşandanê nikarin me biçewisînin. Em ê dengê xwe her tim bilind bikin. Em banga têkoşînê li her kesî dikin. Li dijî tengezarkirina xwendekaran divê her kes têbikoşe.”