Êşa 6 salan: 10’ê cotmehê 2021-10-10 09:01:10     Oznur Deger   ENQERE - Şahida Komkujiya Garê Edge Tetîk da zanîn ku 10’ê cotmehê mîlade û wiha got: “Di jiyana me de tu tişt ne wek 9’ê cotmehê ye. Ger em jibîr bikin wê rê li ber komkujiyên din jî vebe. Piştî 6 salan şûnde jî divê ew qad tije bibe.”   Di 10’ê cotmeha 2015’an de di dîroka Tirkiyeyê de komkujiyek din jî hat jiyîn. Di vî 6 salî de ne komkujî hat jibîrkirin ne jî êş hat temirandin. Şahida komkujiyê Edge Tetîk ku di komkujiyê de birayê xwe Korkmaz Tetîk winda kir, diyar kir ku 10’ê cotmehê mîlade. Bi wesîleya 6’emîn salvegera komkujiyê Edge Tetîk em li mala xwe kirin mîvan û der barê komkujiya 10’ê cotmehê de nêrînên xwe anî ziman.   ‘Ji çar alî qîrkirina aştiyê’   Edge ku dest bi axaftina xwe kir, kelecana wê rojê dijiya, ji çavên wê xuya dikir û got hemû malbat  wê li qadê bihata gel hev. Edge da zanîn ku birayê wê Korkmaz jî ji Denîzliyê bo mîtîngê hatibû û wiha got: “Coşa wê rojê gelek mezin bû. Mirov ji bo aştiyê qîr bikin ji her çar alî  welat hatibûn.”   ‘Rê vala bûn’   Edge bi lêv kir ku roja komkujî pêk hatiye rê vala bûne û matmayî mane û wiha bi lêv kir: “Berê ji ber riyên berê kevn bûn em neçar diman ji riyên din biçin.  Ji mala me heta Garê 15 deqeyê me girt. Em pir zû gihiştin qadê û ez matmayî mam.”   ‘Her tişt xweş bû’   Edge der barê coşa li qadê de jî bi lêv kir ku coşeke mezin li qadê hebûye, li her derê mirov hebûne, her tişt gelek xweş bûye û got: “Ji bo aştiyê evqas mirov hatibûn gel hev. Bawerî ev bû ku wê li welat hewayeke cuda biafire.”   ‘Xwîn û parçeyên goşt li ser me bûn’   Edge wiha dirêjî dayê: “Korkmaz ji bo deqeyekê ji gel me veqetiya. Carekê de dengê teqînê hat. Mirov reviyan. Her kes ket paxafê. Piştî teqînê em reviyan garê. Piştre deriyê garê girtin. Wê demê her kesî alîkarî dida hev. Me malbatê hev dît lê Korkmaz tunebû. Li ser me xwîn û parçeyên goşt hebûn. Me ferq kir ku bûyer mezine. Me hewl da em Korkmaz bibînin lê me nedît. Bavê min em bi awayekî ji Garê derxistin. Piştre jî bîhna gazê hat.”   ‘Em berbi nexweşxanê meşiyan’   Edge bi lêv kir ku çawa agahiya Korkmaz girtine, xwestine biçin nexweşxanê û ev tişt daxuyand: “Trafîk xitimî bû. Gotin hûn bi meşê dikarin zû bigihêjin nexweşxanê. Em bi komek mirov re meşiyan nexweşxanê. Korkmaz zû gihandibûn nexweşxanê. Hevalên Korkmaz got rewşa wî başe lê gelek mirov hewcedariya wan bi xwînê heye. Em çûn nexweşxana Îbn-î Sîna me xwîn da. Me digot Korkmaz başe bila fêdeya me bigihêje yên din. Dema em di dora xwînê de bûn, agahî hat gotin Korkmaz di beşa giran de ye. Em çûn ber Nexweşxana Numuneyê. Wir wek mahşerê bû. Li hundir koasek hebû. Polîsan gotiye ‘agahiya mirina Korkmaz nedin ku bila mirov li derve ranebin ser piyan’. Ewil gotin ‘miriye’ piştre gotin dijî. Me du caran travma jiya. Polîsan doktor bi rêve dibirin. Digotin nebêjin. Piştre fîlm qetya. Me agahiya mirinê girt.”   ‘Wek duh tê bîra min’   Edge di berdewamiyê de wiha destnîşan kir: “Her tişt wek duh hatiye jiyîn. Komkujî nayê jibîririn. Ambulans nekiribûn qadê, Korkmaz bi wesayîta pergala deng birine nexweşxanê. Ev êşeke girane. Qebûlkirina vê rewşê gelek zehmete. Ev komkujiya herî bi xwîn a dîrokê ye. 103 kes bi bombeyan tê qetilkrin. Tu kesî texmîn nedikir ku ev mîtîng li xwînê bê gevizandin. 10’ê cotmehê jiyana me guhert. 10’ê cotmehê mîlada welate.”   ‘Pêvajoya dadgehê ji bo me dema têkoşînê bû’   Edge bi lêv kir ku du salên piştî komkujiyê pêvajoyek zehmet bûye û ev tişt anî ziman: “Pêvajoya dadgehê ji bo me dema têkoşînê bû. Heta wê demê me her tim êş jiya, şîna wan hebû. Dema dadgehê dest pê kir, me xwe komî ser hev kir, me got dem dema dîtina kujerane. Me got em ê ji bo dîtina kujeran tê bikoşin. Em ê bên rû hev. Me ew travma jî bi mehan jiya. Di pêvajoya dadgehê de ji bo kesên dihatin darizandin cezayên cidî hatin dayîn. Ji bo kesekî ji sûcê li dijî mirovahiyê ceza hat dayîn. Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem tiştekî wisa bû. Em dizanin ku kujerên rast ne evin. Ew her yek pîyon bûn û yên rê dan van piyonan hebûn. Dema me şîna xwe digirt, parastina kujeran êşa me girantir kir. Her cara em çûn salona dadgehê, me heyeteke ku wekê ku gumanbar mexdurin û dihatin parastin, didît. Ji ber vê hêrs û êşa me girantir dibû.   ‘Tu tişt ne wek beriya 10’ê cotmehê ye’   Edge di dawiya axaftina xwe de wiha nirxandin kir: “Tu tişt ne wek berê ye. Jiyana me ne wek beriya 10’ê cotmehê ye. Darizandina kujeran deyneke. Divê hemû kesên ku tiliya wan di vê komkujiyê de heye bê darizandin. Ew rmirov ji bo aştiyê li wir bûn. Tu kes nikare 10’ê cotmehê jibîr bike. Bila jibîr jî nekin ji xwe. Em deyndarê wan mirovane. Divê 10’ê cotmehê de em wê qadê tije bikin. Divê piştî 6 salan şûnde ew qad tije bibe.”