Dayika girtiya nexweş: Em bêdeng bimînin wê zilm zêde bibe 2021-10-09 09:24:11   Medya Uren   MÊRDÎN - Li Girtîgeha Jinê ya Şakranê gardiyan û polîsan bi ser qawişa girtiyan de girtin û qawişa wan guhertin. Diya girtiya siyasî Cîhan Asî, Rabia Asî got nêzîkatiya hatiye kirin tecrîd e û ew ji tendirustiya girtiyan bi guman e.   Di 6'ê Cotmehê de li Girtîgeha Jinê ya Şakranê gelek gardiyan û polîsan bi ser qawişa girtiyan de girtin. Hat hînbûn gardiyan û polîsên bi copan bi ser qawişan de girtine gef li girtiyan dane xwarin û ew birine qawişeke din ku tê de pêwîstiyên xwe nikarin bi cih bînin.    Cîhan Asî ya li Girtîgeha Jinê ya Şakranê tê girtin bi rêya telefonê ev agahî bi malbata xwe re parve kir. Diya Cîhan, Rabia Asî jî agahî û gumanên xwe bi me re parve kir.   'Ji bêhna ritubetê em nikarin biqedînin'   Cîhan Asî ya ku 11 sal in li Girtîgeha Jinê ya Şakranê tê girtin di 6'ê mehê de bi serdegirtina gardiyanan re bi hevalên xwe re ew birin qawişek din. Diya wê Rabia Asî têkildarî serdegirtinê ev gotin parve kir:"Em her tim bi şeklekî din ê tundiya wan re şiyar dibin. Niha jî bi ser wan de girtine. Bi awayekî tund ew ji qawişên wan derxistine û ji hev veqetandine. Bi rêya telefonê ji me re ev agahî parve kirin 'di vê qawişê de tiştek tune ye. Qawiş rût e, bê av e, destav û paqijî tune ye. Beriya niha bi salan hatiye bikaranîn û demek dirêj e jî vala hatiye hiştin. Ji bêhna ritubetê û nexweş em nikarin biqedînin. Em çend rojan di vir de bimînin em ê nexweş bikevin. Me ji hevalên me yên din jî dûr xistine'."   'Em ji rewşa wan bi guman in'   Rabiayê da zanîn Cîhanê bi nexweşiya penceşêrê ye ku niha jî rewşa wê di xeteriyê de ye. Rabiayê diyar kir ku ev tundî rewşa girtiyên nexweş xerabtir dike û wiha berdewam kir:"Me dixwest ku tedawiyek baş bibîne lê gumanên me zêde ne em dil nadin di girtîgehê de wê emeliyat jî bikin. Belê niha ew birine qawişên bi ritubet û rût. Wê rewşa wan xerabtir bibe. Gelek gitiyên nexweş ên weke Cîhanê hene.  Ev kiryarên wan her tim hebûn, lê her ku diçe zêdetir dibe. Her tişt zehmet kirine, ji bo me û ji bo wan jî. Em nikarin wan bibînin, di sirguniyê de ne. Em nikarin bi wan re bi xweşikî biaxivin ji ber ku li hemû gotinên me guhdar dikin. Ez dikarim bi hezaran pirsgirêkên bi vî rengî ragihînim. Wan tecrît dikin û em ji rewşa wan bi guman in."   'Em bêdeng bimînin wê zilm zêde bibe'   Rabiayê bi lêv kir ku ew bêdeng bimînin dê zilm zêde bibe û wiha bi dawî kir:"Daxwaza girtiyan jî ew e ku em dengê wan bibihîsin. Îro Tirkiye qanûnên xwe bi xwe jî pêk nayne. Hemû nêzîkatiyên wan li hemberî me kêfî ne. Her ku em ji van re bêdeng bimînin jî wê bê dadî zêde bibe. Pêwîst e em nehêlin di her binkeftina wan de tola xwe ji girtiyên siyasî hilînin. Divê em malbat serî rakin. Bi taybet jî banga min ji siyasetmendaran heye ku di cihên pêwîst de bînin ziman."