'Xewn û xeyalên me ew in ku em vegerin gundê xwe' 2021-10-09 09:04:38   Rojda Aydin   ŞIRNEX -Jinên ku di salên 80 û 90’î de ji gundê xwe hatine koçberkirin û gundê wan şewitandine ku destûrê nadin careke din vegrin gotin: “Li tu derê mînaka vê tune ye. Daxwaz û xeyala me ew e ku em rojekê vegerin gundê xwe û em dixwazin ku qedexeya li ser gûndê me bê bidawîkirin."    Li heremê polîtîqayên zilmê yên bi destê dewletê tên meşandin berdewam dikin. Di salên 80 û 90’î li herêmê dewletê bi ser gelek gundan de girt, gundî îşkence kirin û ew ji gûndên wan bi darê zorê koçber kirin. Ew  gûndên ku hatin valakirin, gelekên wan hîn jî ketina wan qedexe ye û kesên ku dixwazin biçin gundê xwe bêyî destûra leşkeriyê nikarin biçin. Her wiha ji aliyekê ve jî gûndên ku têketina wan hîna jî qedexe ye ji destpêka havînê de di bin navê operasyonan û herêma tayebet ku ji aliyê leşkeriyê ve tê ragihandin agir bi daristanên wan tê xistin. Şewata ku tê derxistin jî bi rojan bêyî ku mudaxele lê bê kirin berdewam dike.   Jinên ku destûr nayê dayîn biçin gundê xwe bertek nîşan dan û gotin ku xeyala wan ew e careke din vegerin gûndê xwe.     ‘Agir bera xaniyên me dan û şewitandin’   Ji gundê Cifane yê Şirnexê dayika Mehmet û Orhan Tunç ên ku di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, Esmer Tunç nerazîbûn nîşanî qedexekirina têketina gundan da û wiha domand: “Li gund jiyana me gelek xweş bû. Me li gund sewal xwedî dikirin. Em bi karê baxce û palehiyê mijûl dibûn. Gundê me di guntara Çiyayê Cûdî de cih digire. Jiyana me li gund di nava aramiyê de bû. Em tim bi destên xwe çandinî dikir û pê re mijûl dibûn. Di salên 90’î de gotin divê ev gund hebû bên valakirin û tu kes di wan de. Bi hinceta PKK di gund de heye, gundê me valakirin. Lê belê ew li gund tunebûn. Di sala 91’î de gelek gund hatin valakirin û ji me re jî gotin ‘yan hûn ê bibin cerdevan an hûnê ji gund derbikevin, an na em ê gund bişewitînin’.  Lê  me ev tişt qebûl nekir.  Ji ber ku me cerdewanî qebûl nedikir, wê demê fermandariya leşkeriyê ya Şirnexê ji me re got heta 15 rojan divê hûn ji gund derkevin, em ê we di hundirê malê de bişewitînin. Em neçar man ji gundê xwe derbikevin. Dema em ji gund derketin me tu tişt ji mal negirt. Me bi zorê xwe  zarokên xwe xilas kirin. Agir bera xaniyên me dan û şewitandin. Em hatin li Silopiyê bi cih bûn. Lê belê li vir jî rehetî nedan me. Bi hinceta em alîkariyê didin tevgerê me ji Silopiyê jî derxistin. Piştre me berê xwe da Cizîrê. Me li vir jî jiyaneke nû ji xwe re ava kir. Lê li vir jî dewletê zilma xwe berdewam kir.”   ‘Li gund qereqol ava kirine’   Esmer, destnîşan kir ku ji salên 90’î heta îro tu carî ji zilma dewletê xilas nebûne û wiha pêlda axaftina xwe: “ Di sala 2015 û 2016’an de li Cizîrê dewletê êrîş kir û du zarokên min Mehmet û Orhan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kesî di encama wan êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Dewletê tu carî dawî li zilma xwe neanî. Bi awayek girantir zilma xwe domîne. Lê kula axa min ji dilê min dernakeve. Dilê min bi hesreta axa gund diêşe. Qedexeya ku ji salên 90’î hat îlankirin îro jî hîn berdewam dike. Heta ku em qereqolê destûrê negirin  em nikarin biçin gundê xwe. Em bûne xerîbê axa xwe. Em nikarin bi rehetî biçin ser axa xwe. Axa me li me hatiye qedexekirin. Kesên ku ne ji wî gundî bin destûr nayê dayîn ku derbasî gund bibin. Li gund qereqol ava kirine. Lê belê em dîsa jî dev ji axa xwe bernadin. Ew çima welat û gundê me dagir dikin? Li gund niha leşker hene. Her wiha ji destpêka havînê vir ve daristanên gundê me hemû şewitandin. Hemû cih niha reş xûya dike. Darên me hemû birîne û dar ji me re nehîştine. Hemû darên me yên fêkî hatine birîn.  Ne em û ne jî gundiyên me yên din em dev ji axa xwe bernadin. Em ê heta dawî xwedî gundê xwe derbikevin û bo bi rehetî biçin têkoşînê bidin. Tişta vê dewletê aniye serê kurdan nehatiye serê tu kesî.”   ‘Ev 32 sal in em nikarin biçin gundê xwe’   Ji gundê Şaxê yê Cizîrê Fatma Erek(70), bertek nîşanê pêkanînên dewletê da û got ku heta gund li wan hat qedexekirin ew li gund dijiya. Fatma, diyar kir ku gundê wan gundekê gelek xweş bûye û berdewam kir: “Em bi jiyana xwe gelek kêfxweş bûn. Sewalên me hebûn û me ew xwedî dikirin. Em diçûn zozanan. Herwiha me çandinî jî dikir.  Gundê me gundek axa wî dewlemend e. Ez 21 salan li wî gundî jiyam. Tim li ser me û gundiyên me zilm, zordarî û gef dihatin kirin. Beriya 32 sal berê hevjînê min tevî 2 xizmên me ji aliyê cerdevanan ve hatin kuştin. Piştî wê zilm li ser me zêdetir bû. Di salên 90’î de leşkeran bi ser gundê me de girtin, gotin hûnê bibin cerdevan an jî hûnê ji gund biçin. Me cerdevanî qebûl nekir. Em li dijî vî tiştî bûn. Ji neçarî me berê xwe da koçeriyê.  Ev 32 salin em ji gûndê xwe koçber bûne. Leşkeran di gund de qereqol çêkir û xaniyên me hemû şewitandin. Em niha nikarin bi biçin gundê xwe. Bê destûr me derbasî gûnd nakin.  Gundê me hîn jî li me qedexe ye.  Nih  li gund ji xeynî leşker û cerdevanan tu kes tune ye. Em tu carî dev ji ax û gundê xwe bernadin. Çi ji destên me bê em ê bikin. Xewn û xeyalên me ew in ku em carekedin vegerin gundê xwe. Ev 32 salin em nikarin biçin gundê xwe. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe. Bila qedxeya li ser gûndê me bê bidawîkirin. ”