Koçberên Serêkanî û Girê Spî: Berxwedana me wê heta vegera bajarê me dewam bike 2021-10-09 09:01:26   Gulistan Şahîn   QAMIŞLO - Jinên ji bajarê Serêkaniyê û Girê Sipî ku ji ber êrişên dewleta tirk mecbûr man koçî Kampa Newrozê ya bajarê Dêrikê bikin êş, berxwedan û tekoşîna xwe vegotin. Jinan dan zanîn berxwedana wan didome û wiha gotin:"Dewleta tirk û hevkarên wê bi xiyanet û planên qirêj axa me dagir kirin. Lê belê berxwedana me wê heta vegera bajarê me dewam bike."   Di 9'ê cotmeha 2019'an de piştî gelek gefên bê navber û planên qirêj, dewleta tirk êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Sipî kir. Ev ne cara yekem bû ku dewleta tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû. Her wiha di 18'ê Adara 2018'an de jî dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn kiribûn bin kontrola xwe. Piştî êrîşên dewleta tirk ên li hember Serêkanî û Girê Spî bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi çekên kimyewî hatin şewitandin û ji wan bi hezaran jî koçber bûn. Tevî hemû zehmetiyan, welatiyên koçber li berxwe dan û li kampan berxwedana xwe dom dikin. Tenê daxwazên koçberan ew e ku cardin vegerin ser axa xwe û jiyanek aram û azad bijîn. Jinên Serêkanî û Girê Spî piştî koçber bûn, li Kampa Newrozê ya bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê bi cih bûn. Di salvegera êrîşên 9'ê Cotmehê de helwest û berxwedana xwe parve kirin.   'Berxwedana koçberan dewam dike'   Xezal Xidir a ji Girê Sipî ye û koçî Kampa Newrozê bûye diyar kir ku roja dewleta tirk û hevkarên wê êriş kirine ew roj ji bo wan rojeke reş û tarî bû û wiha got:"Roja ku dewleta tirk êrîşî me kir, rojeke reş û tarî bû. Ji wê rojê heta roja îro em dewleta tirk û kesên ku êrîşî me kirin, şermezar dikin. Girê Sipî cih û warê me bû, yê bav û kalên me bû û dewleta tirk em jê koçber kir. Em perîşan kirin. Her quncikek ji mala me, bi ked û hezkrina me mezin bû, mala min mîna bihuştekê bû, bi gul û giya hatibû xemilandin. Di bin tank û topan de em neçar man ku ji malên xwe koçber bibin. Me mal û milkê xwe li pey xwe hişt û em gihîştin Kampa Newrozê. Gelê bajar hemû weke me perîşan bûn û her tişt li pey xwe hiştin. Em pir xemgîn in ku bajarê me hatiye dagirkirin. Me carekê dît ku li ezman balafirên dewleta tirk difirin û her der tê topbarankirin. Ev êrîş jî bi alîkariya Emerîqayê pêk hat, ji ber Emerîqa çawa ji bajarê me paşve kişiya, dewleta tirk êrîşî me kir. Ji bilî canê me tiştek di destên me de nema. Gelek caran ji ber koçberiyê em pir tengav dibûn, lê ruxmê wê jî em li welatê xwe ne. Li bajarê xwe koçber bûn. Em vê êrîşê tucaran ji dewleta tirk re nahêlin. Em li vir hemû li ber xwe didin, heta ku em tola xwe ji dewleta tirk hilînin."    'Berxwedana me wê heta vegera bajarê me dewam bike'   Xezalê bal kişand ser cesaret, hêvî û berxwedana wan a mezin a ji bo vegera bajarê wan û wiha bi dawî kir:"Heta ji destên me tê em li berxwe didin û berxwedanê dikin da ku em bikaribin vegerin bajarê xwe. Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bajarê Serêkaniyê vala bû û ne paqij bû, lê dema şervanên kurd derbas bûn, hemû paqij kirin û bi gul û giya bajar xemilandin lê dewleta tirk rê neda ku bigihêje serî û êrîş kir. Karê wan xiyanet e û nahêlin ku gelê me rehet bimîne. Gelê me di nav kampan û derveyî kampan li berxwe didin, berxwedana me wekî berxwedaneke leşkerî ye, dema em li ber germ û sermayê di van kampan de li berxwe bidin, ev yek tê wateya berxwedaneke pîroz.  Ez bi hêvî me di demeke nêz de vegerim mal û bajarê xwe û ala kurd li asîmanan ba bidim. Berxwedana me wê heta vegera bajarê me dewam bike. Ez ji tu kesî natirsim û em ji dijmin re dibêjin em ê vegerin bajarê xwe."   'Sivîl qetil kirin, mal û milkê welatiyan wêran kirin'   Her wiha Meha Ebdulqadir a ji bajarê Serêkaniyê ye û koçî Kampa Newrozê bûye di derbarê vê rojê de wiha got:"Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî Serêkaniyê û Girê Sipî kirin û di encama van êrîşan de gelek welatî hatin qetilkirin, malê wan wêran bûn,  ji malên xwe koçber bûn û li çolan man. Dê ev koçberiya me bikeve sala xwe ya 3'yemîn. Dewleta tirk û hevkarên wê me ji malên me koçber kirin û dewleta tirk çeteyên xwe di malên me de bi cih kir. Bajarê me ji me girtin û dagir kirin."   'Armancên hedefgirtina dagirkirina Serêkaniyê û Girê Sipî'   Mehayê qala armancên dewleta tirk a êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Sipî kir û wiha bi dawî kir:"Dewleta tirk dît ku Serêkaniyê bajarekî biçûk e, rêxistinkirî ye û rihekî komînal tê de ava bûye, ji bo vê yekê ji xwe re ev bajar kir armanc û êrîş kir. Çavên dewletên herî mezin jî li me bûn. Rê nadin ku gelê herêmê bi aramî bijîn û heta roja îro bi tank û topan êrîşî gunderwarên Serêkaniyê û Girê Sipî tê kirin. Pêwîst e hemû cîhan destekê bidin me û piştgirtiya hev bikin da ku em mafê xwe ji êrişkaran bistînin. Em bang li kesên berpirsiyar dikin ku mafê me bidin me û em li bajarê xwe vegerin."