'Tirkiye li Başûrê Kurdistanê amadekariya bidawîbûna Peymana Lozanê dike' 2021-10-07 09:04:25     Medya Uren   MÊRDÎN - Rêvebera Qada Dîplomasiya Jinên Şengalê Suham Şengalî têkildarî êrişên li ser Şengal û Başûrê Kurdistanê wiha got:"Ev parçeyek ji lîstikên dewleta tirk û hêzên ji derve ne. Amedekariyên 2023'yan, bidawîbûna Peymana Lozanê tê kirin. Ev weke berdewamiya komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ye. Lê belê em ê bi rêxistinbûyîna xwe destûrê nedin van lîstikan. Wê dijmin negihêjin armanca xwe."   Derbarê êrişên li dijî berxwedana Şengaliyan û li ser Başûrê Kurdistanê de Rêvebira Qada Dîplomasiya Jinên Şengalê Suham Şengalî bi lêv kir ku niha jî jinên êzidî û hemû şêniyên Şengalê di bin gefek mezin de ne û wiha dewam kir:"Vîna wan û statuya wan nayê qebûlkirin. Ji bo ev gef û êriş pêk neyên, ji bo fermanek din çênebe û Şengal nebe qurban em rêxistina xwe mezin dikin. Em niha ji kesên Şengal firotine, ji kesên ku bêdeng mane û bûne şirîkê fermanê hesabê fermanê dipirsin."   'Me bi perspektîfên rêbertî xwe bi rêxistin kir'   Suhamê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rêxistinbûyîna jinê ya piştî fermanê û fikrên xwe wiha parve kir:"Piştî fermana 74'emîn şûnde civaka Êzidî li Şengalê xweseriya xwe ava kir û ya herî girîng jî rêxistinbûyîneke jinê hat avakirin. Weke ku Birêz Abdullah Ocalan jî dibêje 'Bi Azadiya Jinê re  Azadiya Civakê Pêkan e'. Em jî bi van perspektîfên rêbertî nexşeya jiyana xwe amade dikin û me encamên mezin jî jê girt. Em dikarin bêjin di dîroka civaka Êzidî de yekem car e ku tevgereke jinê ya bi vî rengî tê avakirin. Tevgerek di aliyê civakî, siyasî, dîplomasî, aborî û xweparastinê de xwe rêxistin dike ye. Ev ji me re bû tecrûbeyek mezin û bi rastî jî niha jin di gelek qadan de ji civaka Êzidî re pêşengtiyê dikin û bi hawekî serkeftî jî vê erka xwe bi cih tînin. Ev serkeftinên mezin in û di nava civakê de bandorek mezin çêkir. Jinên êzidî pêvajoyên giran derbas kirin. Di 74 fermanan de jî herî zêde jin bi bandor bûn û derbeyên mezin girtin. Rexmê tecawuz, firotin û êrişên pêk hatine pêşketinek wisa gelek bi nirx e. Jinên êzidî dikevin ferqa hêza xwe û nirxên xwe. Ew niha li ser lingan disekinin. Di destpêkê de mafê xwe yê zayendî û piştre jî mafê nîjad û ola xwe diparêzin. Xwedî li xwe û civaka xwe derdikevin."   'Jinên êzidî û hemû şêniyên Şengalê di bin gefek mezin de ne'   Suhamê da zanîn li Şengalê piştî rêxistinbûyîna jinê û avakirina tora jinê qada dîplomasiyê ya jinên Şengalê hat avakirin. Suhamê fermana ku pêk hat bi bîr anî û armanca avakirina qada dîplomasiyê wiha rave kir:"Me di serî de jî anî ziman ku jina êzidî di hemû fermanan de bûn qurban. Lê bi rêya dîplomasiyê cihê jinê di civakê de hat mîsogerkirin. Ango nasnameya wê ya zayendî hat ragihandin û erêkirin. Bi vî rengî jî gelek destkeftiyên jinê çêbûn û di her qadê de xwe bi cih kirin. Qezencên jinê bi yekbûn û têkoşîna wan çêbû. Niha jî jinên êzidî û hemû şêniyên Şengalê di bin gefek mezin de ne. Vîna wan û statuya wan nayê qebûlkirin. Ji bo ev gef û êriş pêk neyên, ji bo fermanek din çênebe û Şengal nebe qurban em rêxistina xwe mezin dikin. Em niha ji kesên Şengal firotine, ji kesên ku bêdeng mane û bûne şirîkê fermanê hesabê fermanê dipirsin."   'Projeyên pêk hatin ne ji bo qenciya jinên êzidî ne'   Suhamê bal kişand ser projeyên alîkariyê yên ji bo jinên Şengalê hatine destpêkirin û wiha pê de çû:"Piştî ku komkujiya 74'emîn a ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve pêk hat gelek welatên Ewropayê projeyên alîkariyê dan destpêkirin. Weke ku hûn jî dişopînin, projeyên hatine destpêkirin nehatin berdewamkirin. Armanca ku dane pêşiya xwe negihandin encamê. Ya rast armanca projeyê jî ne ji bo qenciya civaka êzidî bû. Êzidiyan li welatekî biyanî tedawî dikin, hewil didin ku wan baş bikin. Ango berê êzîdiyan didin wan welatan. Lê bi vê yekê êzidî ji welatê xwe tên dûrxistin. Wê tendirustiya jineke ji welatê xwe dûr çiqasî beş be? Em bi wan jinan re dikevin têkiliyê û li gorî em dibînin ew li wir îşkenceyek din dibînin. Heta niha jî gelek bûyerên xwekujiyê li wir rû dan. Jixwe gelek hêviya me ji derdorê tune ye. Ji ber ku li pêş çavên cîhanê komkujî bi ser me de anîn û jinên êzidî li pêş çavên wan tên firotin. Hîna jî aqubeta gelekan nayê zanîn jî. Em vana ji bîr nakin. Niha jî em hewil didin ku bi rêxistinbûyîna xwe li ser piyan bimînin. Tenê em ê bikaribin hevdu fêm bikin û pirsgirêkan çareser bikin. Rêyên wan ên çareseriyê jî ne serkeftî ne."   'Tirkiye li Başûrê Kurdistanê amadekariyên bidawîbûna Peymana Lozanê dike'   Suhamê peymana 9'ê Cotmehê ya di navbera hikumeta Hewlêr û hikumeta Bexdayê de hatiye îmzekirin şiband komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Bingeha têkoşîna me ya ku rexmê hemû gefan di berxwedana xwe de bi israr eslê xwe ji fikir û ramanên rêbertî digire. Me xwe bi wan fikran bi rêxistin kir û ev jî ne li gor berjewendiyên dijmin û hikumetan bûn. Ji ber wê sedemê ye ku ewqas bi dijminahî nêz dibin. Ev weke berdewamiya komployê ye. Di hevdîtinan de bi awayekî vekirî ji me re dibêjin 'pêwîst e civaka êzidî xwe bi rê ve nebe'. Dibêjin 'daxwaza hûn dikin ne qanûnî ye'. Vîna me nas nakin. Dixwazin me paşde vegerînin. Em vê yekê dikarin weke amadekariyek êrişan a li hemberî êzidiyan pênase bikin. Belê civaka êzidî tucarî paşde gav navêje. Bidawîbûna Peymana Lozanê nêz dibe. Dewlet û hêzên ji derve amadekariyên vê yekê dikin, bi taybet jî Tirkiye. Dixwazin car din civaka êzidî bikin qurban û niha jî hikumeta Hewlêrê dibe şirîkê vê yekê. Tirkiye li Başûrê Kurdistanê amadekariyên bidawîbûna Peymana Lozanê dike. Ev pêvajoyeke gelek hesas e. Divê em baldar bin û lîstikên wan vala derbixin.   'Jinên êzidî bûn nimûne'   Suhamê bi lêv kir ku jinên êzidî bi têkoşîna xwe bûne mînak û wiha got:"Heta niha jî ji bo pirsgirêk û geşedanên nû, jinên êzidî yek bi yek eleqeder bûn û gelek hevdîtin bi hikumetê re kirin. Bûn zimanê Şengalê û dengê xwe gihandin her cihî. Ev hêza wan ne tenê di nava civaka êzidî de bandora xwe kir, bi taybet jî bandora xwe li hikumetê û hêzên dijminatiya me dikin, kir. Me weke jin bertekek xurt pêşkêş kir û me eşkere kir ku yên vîna me nas nakin em jî wan nas nakin. Ji lîstikên ku dilîzin re jî wê jinên êzidî bibin asteng. Em ê destûrê nedin ku bigihêjin armanca xwe."   'Pêwist e jinên siyasetmedar di nava tifaqê de bin'   Suhamê bal kişand ser hilbijartinên ku li herêma Iraqê dê werin kirin û got bendewariya wan ji jinên siyasetmendar ew e ku bi jinan re di nava tifaqê de bin. Suhamê erka jinan a di siyaseta kurd de wiha nirxand:"Pêwist e di serî de em weke jinekê nasnameya xwe biparêzin. Ji ber vê sedemê jî bendewariya me ji jinên siyasetmedar ên ku werin hilbijartin hene. Çi partî be ango di çi fikrî de be ji me re ferq nake. Pêwist e tifaqa xwe bi jinê re çêbike û bibe parçeyek ji rêxistinbûyîna jinê. Bi taybetî jinên êzidî yên ku ewqas êrişên nîjadperest û zayendperest li wan hatine kirin pêwist e werin bihîstin. Divê bibin dengê van jinan. Em weke jinên êzidî û qada me ya dîplomasyê vê yekê dikin armanc. Em ê di demê pêş de jî tora xwe ya têkoşînê mezin bikin."   Suhamê herî dawî jî got pêwîst e hemû jin bibin parçeyeke têkoşîna azadiyê û dawî li axaftina xwe anî.