Jinên Rojnamevan: Em bi rihê Gurbetan dibin pênûs û objektîfa jinan 2021-10-07 09:03:26     Gulîstan Şahîn   QAMIŞLO - Jinên Rojnamevan ên ajansa Nujinha'yê bi munasebeta 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd Gurbetelî Ersoz bi bîr anîn û wiha gotin:"Ji bo em wekî Gurbetelî Ersoz ji cîhanê re bibin mînak û bikaribin heqîqetê derxin pêş em ê her li ser şopa Gurbetan bimeşin. Em bi rihê Gurbetan dibin pênûs û objektîfa jinan."   Gurbetellî Ersoz di 11’ê Tîrmeha 1965’an de li gundê Akbulut ê Palu ya Elezîzê hat dinê. Dema hat dinê bavê wê li Elmanyayê wek karker dixebitî. Ji ber wê jî navê wê kirin Gurbetellî. Di dibistanan seretayî de ji ber gotinên wê yên Kurdî di navbera hevokan de derbas dibin, ferq dike ku heval û mamosteyên wê fêm nakin û ew jî matmayî dimîne. Piştî Gurbetellî fêm dike li dibistanê zimanê wê cuda ye pirsên çima, ji bo çi dipirse. Gurbetellî wiha dibêje: “Min xwend û bê navber min xwend. Heta westiyam min radyo guhdar kir û ez baş hînî tirkî bûm.”    Naskirina têkoşîn û berxwedanê   Zarokatiya wê ji gund zêdetir li Edenê derbas dibe û di ciwaniya xwe de şoreş û têkoşînê nas dike. Piştî zanîngehê diqedîne li Enstutiya Zanistên Fenê ya Çukurovayê li ser ‘Enerjî û Derdorê’ lîsansa bilind dike û gelek ji laboratuvarê hez dike. Serokê kursiyê rojekê dibêje: “Ev hezkirina te ya laboratuvarê şertê yekem yê zanyariyê ye. Lê vê ji bîr neke tiştên tu hîn dibî, tu bi kesên din re parve nekî tu wateya wê namîne.”   Tevî girtin û îşkencê di têkoşînê de israr   Gurbetellî di vê navberê de rojnamegeriyê jî dike. Di 10’ê kanûna 1990’î de tê girtin û 15 rojan di bin îşkencê de dimîne, 2 salan li girtîgeha Meletiyê dimîne. Piştî tê berdan dest ji têkoşînê bernade, rojnamegeriyê berdewam dike.   Serkeftina têkoşîna jina kurd   Gurbetellî di rojnameya Ozgur Gundem ya di 26’ê nîsana 1993’yan de bi dirûşmeya "Rastî di tariyê de namînin" de dest bi weşanê kir de, dest bi xebatê kir û bû gerînendeya giştî. Di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de ev yek bû û cara yekem jinek bibû gerînendeya giştî. Gurbetellî vê wek serkeftina têkoşîna jinê dinirxîne û wiha dibêje: “Bêguman girîng e ku jinek kurd dibe gerînendeya giştî. Di salên dawî de jinên kurd ji mêran xurtir rê da ber xwe. Cihê îro ez hatimê jî ligel hewldana min girêdayê vê ye.”   Gurbet Elî Ersoz li dijî zimanê serdest guhertinên nû ji bo tevahî rojnamegerên jin ava kir. Li ser têkoşîna Gurbet Elî Ersoz roja şehadeta wê 7'ê Cotmehê wekî Roja Jinên Rojnameger ên Kurd tê pîrozkirin. Têkildarî mijarê Jinên Rojnamevan ên ajansa Nujinha'yê nêrînên xwe anîn ziman.    'Em bi rihê Gurbetan dibin pênûs û objektîfa jinan'    Nûçegîhan Ebîr Mihemed Gurbetelî Ersoz bi bîr anî û wiha got:"Gurbetelî Ersoz jina yekemîn bû ku di Tirkiyeyê de gerînendeya giştî ya weşanê bû. Wê karê xwe bi awayekî serkeftî dida meşandin û mafê jinan diparast. Gurbetelî di sala 1997'an de jiyana xwe ji dest da. Loma 7'ê Cotmehê wekî Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd ji Gurbetan ji me re ma. Gurberelî têkoşîna gelê kurd, bi taybet têkoşîna çapemeniya jinê bû. Ew xwedî li mîrasa jinan derdiket û rastiya heyî nîşanî tevahî cîhanê dida. Dibe ku gelek ji me Gurbetelî nedîtibe û nas nekiribe, lê rih û giyanê wê mayinde bû. Keda ku Gurbetan daye îro li ser rûyê erdê xuya dike û mînaka wê jî ajans, tv û radyoya jinan e. Li tevahî cîhanê cara ewil e ku hemû xebatkar, kameravan, edîtor û nûçegîhanên ajans, tv ango radyoyan ji jinan pêk tên. Ev xebatkarana êş, jiyan, ked û xweşikbûna jinan derdixînin holê. Di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinên rojnamevan gelek rolên mezin di qada ragihandinê de leyistin. Îro rojnamevanên jin ên kurd li ser şopa Gurbetelî dimeşin û di kar de ji xwe re dikin mînak. Ew ji bo me dîrokek û mîraseke herî mezin e. Ji bo em wekî Gurbetellî Ersoz ji cîhanê re bibin mînak û bikaribin heqîqetê derxin pêş em ê her li ser şopa Gurbetan bimeşin. Îro em bi rihê Gurbetan dibin pênûs, lênûsk û objektîfa jinan. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek pêvajoyên hesas hebûn û jin dikarîbûn bibin dengê şoreşê. Îro em li pê heqîqeta Gurbetan dimeşin û em dikarin hemû rastiyan di raya giştî de bînin ser ziman."   'Em ê li ser şopa Gurbetan bimeşin'   Ebîrê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd li tevahî xebatkarên jin ên çapemeniyê pîroz kir û wiha pê de çû:"Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd rojek bi nirx û rojek pîroz e. Di dema borî de rojên wiha tunebûn, gelek tişt ji bo gelê kurd qedexe bû. Nedibû ku jin bi kameraya xwe derkeve kolanan, di nava şer de bibe çavên rastiyê û bawerî nedidan jinan. Lê bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinên kurd karibûn di aliyê ragihandinê de bibin dengê jinan. Em di qadên ragihandinê de hîn bêtir xwe pêş bixînin û bi hêztir bin."    'Heqîqeta Gurbetan nîşanî me daye dê dewam bike'   Nûçegîhan Leyla Mihemed jî Gurbetelî Ersoz bi bîr anî û wiha got:"Em di vê rojê de Gurbetelî Ersoz û hemû rêhevalên wê ku li ser rêya rastiyê meşiyan bi bîr tînin. Her wiha em vê rojê li tevahî jinên rojnamevanên jin ên kurd pîroz dikin. Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, di aliyê ragihandina jinê de gelek pêşketinên mezin çêbûn. Îro li saziyên ragihandinê hejmara herî zêde ji jinan pêk tê. Her wiha jinan di aliyê ragihandinê de gelek gavên mezin avêtin. Ajansa Nûjinha'yê her wiha Star Fm û Jin TV vekirin. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinan gelek gavên erênî avêtin û ragihandina jinê dikarîbû van pêşketinan di raya giştî de parve bike. Jinên rojnamevan di gelek qadan de weke leşkerî û civakî jî rola xwe leyîstin. Gurbetelî beriya ku şehîd bikeve gelek kar û pêşketinên mezin di ragihandinê de derxist pêş. Pêşketinên ku di wê demê de bi dest xist, îro gihîşt me jî. Ger îro em bi awayekî çalak kar û xebatê dimeşînin, ev yek jî bi saya Gurbet û rêhevalên wê ye. Di vê roja pîroz de hestên ku em dijîn, hestên gelek bi wate ne. Tiştên ku li ser rûyê erdê tê jiyîn, em di raya giştî de parve dikin. Dema ez kameraya xwe digirim û diçim gel jinan, ev hest nayê vegotin. Em soz didin ku em ê li ser rêya heqîqetê ya ku Gurbetan nîşanî me daye bimeşin û şopa wan li erdê nehêlin."