'Em ê bi rihê Gurbeteli û Nûjiyan Erhan têkoşîna xwe bidomînin' 2021-10-06 09:04:47     Helîn Asmîn   ŞEHBA - Nûçegîhana JIN TV'yê Ferîde Zade 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd li hemû rojnamegerên jin ên kurd pîroz kir û wiha got:"Em ê bi dirûşma 'dengê jinê rûyê jiyanê', bi rihê Gurbetelî Ersoz û Nûjiyan Erhan li hemberî hemû zehmetiyan têkoşîna xwe bimeşînîn."   Gurbetelî Ersoz (Zeynep) a di qada rojnamegeriya jinê de ekolek e li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di nava şert û mercên herî zehmet û koledariyê de bi rengê jinê û feraseteke ku qeyd û bendên koledariyê dişkîne bû mînak û kevneşopiya rojnamegeriya jinê ava kir. Gurbetelî Ersoz di sala 1965'an de li navçeya Paloya Xarpêtê li malbateke karker tê dinê. Piştî dibistana seretayî, navîn û amadeyî dixwîne, ji bo perwerdeya xwe ya bilind a zanîngehê derbasî Beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Çukurovayê ya Edeneyê dibe. Piştre Gurbeteliyê li Fakulteya Zanîngeha Çukurova ya Edeneyê wekî peywirdara lêkolîner xebitî. Pîştî bûyera Çernobîl û Helepçeyê di jiyana Gurbetelî Ersoz de rûpelekî nuh vedibe. Weke ku ew jî di rojnivîsa xwe de diyar dike ev her du bûyer vebijêrka wê ya jiyanê zelal dike.   Gurbetelî ji ber faaliyetên xwe yên siyasî tê girtin û dawiyê tê berdan. Piştre di qada Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de dibe yekem jina gerînendeya Rojnameya Ozgur Gundemê. Di sala 1997'an de dema ku ji qada ZAP'ê derbasî Qada Garê dibû, di kemîneke Pêşmergeyên PDK'ê de tevlî çend hevalên xwe yên jin jiyana xwe ji dest da. Dîroka şehadeta Gurbetelîyê weke Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd hat îlankirin.   'Em ê rihê  Gurbetelî û Rûhenda bidomînin'    Nûçegîhana JIN TV'yê Ferîde Zade di destpêka axaftina xwe de Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd li hemû rojnamegerên jin ên kurd pîroz kir û wiha got:''Dema ku dîroka 7'ê cotmehê tê bilêvkirin ew keda mezin a ji bo ragihandina jinê hatiye dayîn tê bîra mirovan. Ji ber ku  mîna her karê din ê çapemeniya jinê jî bi hêsanî nehatiye avakirin. Gelek caran dema ragihandin dihat gotin mêr dihat bîra mirovan. Lê dema em li roja me ya îro binêrin jinê her tim di qada ragihandinê de cihê xwe girtiye. Lê dema mirov ragihandinê digire dest gelek ferq çêbûye. Bi  taybetî jî dema em jinên kurd û têkoşîna salan tînin gel hev gelek cudabûn heye. Niha bi giştî sîstemên ku hene qada ragihandinê ji xwe re, weke qada herî girîng dibînin. Lê çawa dimeşînin ev mijareke girîng e.''    'Gurbetelî nasnameya rojnamegeriya jinê ye'   Ferîdeyê, da zanîn têkoşîna tevgera jinên kurd ji bo jinan bû hêvî û wiha dirêjî da axaftina xwe:''Avakirin û têkoşîna tevgera azadiya jinê, di nava jinan de bû  hêvî. Loma di qada ragihandinê de jî jinan şoreş ava kirin. Ev şoreş jî bi Gurbetelî Ersozan, Nujiyan, Denîz, Şîlan û Dilîşan Îbîşan hatiye avakirin. Cudahiya ku van hevalan ava kirine, mîraseke mezin e. Niha em jî dixwazin bi encam bikin û daxwaza wan hevalan pêk bînin. Gurbetelî Ersoz di sala 1997'an de bi şopandina rêka heqîqetê şehîd ket. Heval  Gurbetelî di qada ragihandinê de ji bo jinê pêşengtî kir û hişt ku jin bi pênûsa xwe bi dengê xwe di nava aloziyên heyî de bersiveke xurt bide. Lê niha bi hezaran jinên rojnameger hene ku di rêka heval Gurbetelî de dimeşin. Gurbetelî îro bûye sembola hezaran jinê kurd û jinên rojnameger.''   'Em ê penûsa Gurbetelî û Dilîşanê li erdê nehêlin'    Her wiha Ferîdeyê bal kişand ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û  wiha pê de çû:"Ragihandina jina kurd a bi şoreşa 19'ê Tirmehê re gava xwe ya duyemîn avêt. Di qada ragihandinê de pêşketin çêkir. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ji bo jinê gelek qad hatin vekirin, yek ji wan qadan jî qada ragahandinê bû. Di destpêkê de wek jin me gelek zehmetî dîtin. Ji ber hişmendiya mêr li ser civaka me gelekî bandor kirîbû, loma bilêvkirina bi hişmendiya wek jinekê gelek zehmet bû."   'Îlankirina RAJIN'ê û Şoreşa Rojava du mizgînî bûn'      Ferîdeyê li ser girîngiya îlankirina RAJIN'ê û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê sekinî û wiha got:"Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 7'ê cotmeha sala 2013'an de yekemîn konferansa RAJIN'ê hat lidarxistin. Bi vê konferansê re ked û dîroka jinê nasnameyeke mezin qezenc kir û bi sedan jin beşdarî qada ragihandinê bûn û li ser rêya Gurbetelî Ersozan meşiyan. Em niha jî bi israr in ku bi rêya ragihandinê doza jin û dengê jinê bigihêjînin cîhanê. Em weke jinê bi rêya ragihandinê dixwazin xwe bigihînin hemû jinan. Ji ber ku niha gelek jin di nava civakê de rojane bi bûyerên cur bi cur re rû bi rû tên hiştin."   'Êriş wê tu caran nêhelin ku em bêdeng bimînîn'   Ferîdeyê herî dawî bal kişand ser medyaya hawiz û wiha dawî li axaftina xwe anî:''Medyaya hawiz ji despêkê heta niha jinê ji xwe re weke amûrekê bi kar tînê. Em jî weke ragihandina jinê bi fikir û hişmendiyeke nû li hemberî medyaya hawiz têkoşînê dikin. Dema em behsa ragihandina jinê dikin bi rengê jinê, dengê jinê û hişmendiya jinê em ji kamerevan, nûçegîhanan heta desteya weşanê vî karî didin meşandin. Ji ajansa JINHA'yê heta televizyona JIN TV'yê em dikarin bi nav bikin. Weke ragihandina jin û xebatkarên ragihandina jinê em weşangeriyeke cuda dikin. Ji bo wê jî  gelek caran hevalê me tên hedefgirtin. Mînak li Dêrezorê  Dilîşan Îbîş, li Şengalê Nûjiyan Erhan hatin hedefgirtin. Li gelek cihên din ên ji Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û heta Başûrê Kurdistanê her roj rojnamevanek tên hedefgirtin. Dewlet û desthilatdar êrişî wan dikin. Ev êriş wê tu caran nêhelin ku em bêdeng bimînîn. Weke rojnemevanên Herêma Efrînê jî em ê li ser vê esasê bimeşin. Ez soza xwe bi rihê Gurbetelî Ersoz û Nûjiyan Erhan nûh dikim. Soz didim ku ez ê her tim bi sozdariya wan hevalan xwe bikim yek, heta ku ez bigihêjim rêka heqîqetê."