'Em ê rêxistina xwe ya pirreng mezin bikin' 2021-10-06 09:01:43     Medya Uren    MÊRDÎN - Barbara Akay a ku ji bo hevserokatiya HDP'ê ya navçeya Mîdyadê hat hilbijartin da zanîn HDP bi pirrengiya xwe ji hemû rêxistinên din re dibe nimûne û wiha got:"Em ê rêxistina xwe ya pirreng xurtir bikin. Hişmendiya nîjadperest û cudakar hilweşînin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku xwedî perspektîfa demokrasî û pirrengiyê ye her tim ferqa xwe nîşan dide. Rexmê êriş û gefên girtinê jî ew di aliyê rêgezên xwe de tavîzê nade. Li navçeya Mîdyada Mêrdînê di kongreya HDP'ê ya ku herî dawî çêbû de Barbara Akay hevserok hat hilbijartin û di nava rêxistinê de gelên kurd, suryanî, mehelmî cih girtin. Hevseroka HDP'ê ya Mîdyadê Barbara Akay a di kongreyê de hat hilbijartin bal kişand ser pirrengiyê û wiha got:"Em bi hemû rengên xwe xweşik in û em ê vê rêxistinbûyîna xwe mezintir bikin."   Barbara Akay ji Gundê Ayn Werdoyê yê girêdayî navçeya Mîdyada Mêrdînê ye. Beriya em qala fikir û armancên wê bikin em dixwazin gundê wê û malbata wê bidin naskirin. Ayn Werdo gundekî suryaniyan e. Di pêvajoya komkujiya Seyfo ya 1914-1920'î de, bû kelha berxwedanê. Gelê suryanî yên herêmê li dijî komkujî û îxanetê xwe di dêra Mod Har Şabo de parastin û li dijî komkujiyê serî hildan. Gelê suryanî di vê dêrê de têkoşînek mezin dan. Gelek malbat neçarê koçberiyê bûn û çend malbatên suryanî yên Gundê Ayn Werdoyê jî dev ji erdê xwe bernedan. Di nava şert û mercên zehmet de berxwedana xwe heta roja îro anîn. Yek ji van malbatana jî malbata Barbara Akay e. Barbaraya ku ji vê çanda berxwedêr tê dixwaze di nava HDP'ê de jî çanda berxwedanê bide berdewamkirin.   'Em li dijî komkujiyan jiyanek hevpar dikin armanc'   Barbara û gelek rêhevalên wê yên ku her yek ji nîjadek û olekê ne di heman rêxistinê de li hev civiyane. Barbarayê ev weke rê û rêbaza herî xweş a rêvebiriyê nirxand û got:"Vê xakê gelek komkujî û mirin dît. Zeviyên me bi xwîna me hat avdan. Me heta niha ji nîjadperestî û pevçûnê encamek negirt. Niha em dikarin hevdu bi hêz bikin. Em di wê baweriyê de ne. Ev pirrengiya me jî sembola vê yekîtiyê ye. Em li dijî komkujiyan jiyanek hevpar dikin armanc."   'Wê ciwan bibin mîmarê jiyanek demokratîk'   Barbarayê bal kişand ser xebatên ku dixwazin bidin meşandin û got:"Rêxistinek me ya pirreng û xweş hatiye avakirin. Niha ji pêwîst e em bi hev re di nava hevsengiyekê de bixebitin. Ger em serkeftî bin em ê bikaribin bandorê li derdorê jî bikin. Em ê bibin sedem ku rêxistin mezin bibe. Bi taybet jî pêwîst e em ciwanan li derdora xwe kom bikin. Ya ku em dixwazin jiyanek demokratîk e. Wê ciwan jî bibin mîmarên vê jiyanê. Ev xeyalên min in û bawer im ku em ê bi hev re bi ser bixin. Di rojên dawî de gelek êriş li ser HDP'ê pêk tên, lê em ê hewil bidin xebatên xwe mezintir jî bikin."   'Em ê rêxistina xwe ya pirreng mezin bikin'   Barbarayê herî dawî ev gotin parve kir:"Ez gelek kêfxweş im ku layiqê peywira hevserokatiyê hatim dîtin. Ji bo min gelekî girîng e. Ne tenê têkoşîneke li dijî nîjadperestiyê, di heman demê de jî wê ji bo min bibe têkoşînek li dijî zayendperestiyê jî. Hîna li herêma me ew hişmendiya zayendperest jî nehatiye bidawîkirin. Niha jî dema tunekirina hemû hişmendiya zaydperest û nîjadperest e. Em ê li ser vê fikrê rêxistina xwe mezin bikin."