Dayika Arîn Mîrkan: Keça min bi çalakiya xwe bû sembola azadiyê 2021-10-05 09:05:38     Hêlîn Asmîn    ŞEHBA - Dayika Arîn Mîrkana ku niha gelek zarok navê wê hildigirin û bû sembola têkoşînê, Wehîde Henan li ser salvegera wê ya ku jiyana xwe ji dest da wiha got:"Arînê ne keça min tenê ye. Ew keça hemû dayikên cangoriyên azadiyê ne. Keça min bi çalakiya xwe bû sembola azadiyê. Rêya Arînê rêya azadî û aştiyê ye. Arînê û hevalên xwe çawa Kobanê rizgar kirin dê rojekê Efrînê jî rizgar bikin. "   Kobanêya ku bu şahidê hovîtiyeke mezin a sedsala 21'emîn di heman demê de bû xwediyê çalakiyên bi biryar û mezin. Di 5'ê Cotmeha 2014'an de dema DAÎŞ'ê bajarê Kobanê dorpêç kiribû Arîn Mîrkan a di Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) de fermandarî dikir, çalakiya fedaî kiribû. Di rojên ku Serokomar Tayyip Erdogan digot "Kobanê ket hat ket" Arînê li Girê Miştenûrê bi çalakiya ku pêk anîbû peyama "Dê Kobanê nekeve" dabû.    Arîn Mîrkan (Dilar Genco), di sala 1992'yan de li Gundê Mîrxan (Husê) yê navçeya Mabatayê ya Efrînê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li Gundê Mîrxan qedand. Arînê di sala 2007'an de tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Arînê di 5'ê Cotmeha 2014'an de li Girê Miştenûrê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê çalakiya fedaî pêk anî. Dayika Arîn Mîrkan, Wehîde Henan li ser salvegera Arînê ya jiyana xwe ji dest da axivî. Wehîdeyê got:"Keça min bû meşaleya azadiyê."   'Arînê  bû dengê hemû jinan'   Wehîde Henan bi lêv kir ku Arîn Mîrkan ne keça wê tenê ye ya hemû dayikên cangoriyên azadiyê ne û wiha domand:"Ez bi çalakiya Arînê serbilind û kêfxweş im. Çalakiya Arînê ji bo hemû gel û jinan bû. Arînê bi çalakiya xwe hişt ku cîhan dengê hemû jinan bibîhîse û di rêya rastiyê de bimeşin. Arînê di mal de ya herî biçûk bû. Lê pir jêhatî bû. Di malê de, di nava hevalê xwe de û di dibistanê de jî  serkeftî bû.  Di heman demê de jî meraqa Arînê ya li  ser xwendin û nivîsandinê jî hebû. Di nava hevalê xwe de gelekî dihat hezkirin û guhdarkirin. Gelek caran  dihat malê behsa hevalên xwe ji min re dikir û digot 'hevalên min ji min re gelekî baş in û ji min hez dikin'. Min jê re digot  ji ber ku tu di nava gund û hevalên xwe de qenc î ew jî  ji te re baş in û ji te hez dikin.''   'Min Arînê mezin kir û şand nava şoreşê'   Wehîdeyê da zanîn ku dema Arînê biçûk bû gelek henûn bû û ev tişt got:''Arîna min biçûk bû. Min mezin kir û ew şand nava şoreşê. Min her tim digot bila keçek min biçe ji bo welatê xwe têkoşînê bike. Arînê di malê de bêyî ku cudatiyê bixe nava kesî ji me hez dikir. Arînê gelek henûn bû. Pirsgirêkek dema çêdibû çareser dikir. Di nava hevalê xwe, xwişk û birayê xwe de her tim dilnizm bû. Hevalê Arînê piştî dibistanê dihatin cem wê û ji bo fêrî ziman bibin hewil didan. Arînê di dibistanê de çi fêr dibû dihat malê fêrî hevalê xwe jî dikir.''   'Keça min bi çalakiya xwe bû sembola azadiyê'   Wehîdeyê diyar kir ku ew bi Arîn Mîrkan serbilind e û wiha dawî li axaftina xwe anî:''Dema Arînê şehît ket Cejna Qurbanê bû. Xwişka wê Dîcleyê hat gel min û got Dilarê (Arîn) li Kobanê şehît ketiye. Ez qasekê bêdeng mam. Dawiyê min got min şehadeta keça xwe bihîst, bila kesekî din nebihîse. Ez bi keça xwe serbilind im. Keça min bi çalakiya xwe bû sembola azadiyê. Ji ber ku dema min deriyê xwe ji bo vê rêyê vekir, min dizanîbû wê rojekê zarokê min di vê rêyê de biçin. Ji bo wê ez kêfxweş im lê di heman demê de dayik im û mîna her dayikê dilê min dişewite. Rêya Arînê rêya azadî û aştiyê ye. Çawa ku Arînê û hevalên xwe Kobanê rizgar kirin wê Efrîna me jî rizgar bikin."