Xezal Reşo: Em hêzên ku bûn sedema fermanê qebûl nakin 2021-10-05 09:03:44     ŞENGAL - Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Xezal Reşo, derbarê hewldanên PDK'ê û Arteşa Iraqê de diyar kir ku dixwazin Peymana 9'ê Cotmehê niha pratîze bikin û got: "Tiştên ku bê vîna êzidiyan pêk tê êdî qebûl nakin. Ên ku li hemberî DAIŞ’ê şer kir em bûn û yên ku ax û gelê Iraqê parastî jî em bûn. Em hêzên ku bû sedema fermanê jî tu carî em qebûl nakin."   Di 2’yê cotmehê de Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) bi hêzên çekdarî û Arteşa Iraqê xwestin derbasî Şengalê bibin. Bi berxwedan êzidiyan carek din ev hêz paşve vekişiyan. Êzidî li dijî helwesta PDK'ê çend roj in seferberî îlan kirin. Derbarê mijarê de Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser ya Şengalê Xezal Reşo ji ajansa me re axivî û bal kişand ser geşedanên siyasî û berxwedana êzidiyan.    ‘Berxwedana êzidiyan bi ser ket’    Xezal, di destpêka axaftina xwe de bal kişand hewldanên li hemberî êzidiyan û got: “Di serî de ez êzidiyên ku li hemberî dagirkeriyê li ber xwe dane spas dikim. Berxwedana ku di 2’yê cotmehê de pêk hatî serkeftî bû. PDK û Arteşa Iraqê demek dirêje ku dixwestin bên Şengalê. Dixwestin ku heman lîstokên ku beriya fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an li hemberî Şengalê pêk hatî îro carek din pêk bînin. Ligel hewldana PDK û Arteşa Iraqê,  Arteşa Tirk jî li hemberî civaka me êrişên xwe didomîne.”    ‘Li hemberî êzidiyan êrişeke topyekûn heye’   Xezal, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser sedema êrişan: “Li hemberî me êrişeke topyekûn û taybet tê meşandin. Ji gelek aliyan ve êrişê li me dikin. Li hemberî me hêj jî lîstokên hene û dixwazin vîna gelê me tune bikin. Berxwedana civaka me têk bibin. Dixwazin tifaqa ku di nav êzidiyan pêş ketî xirab bikin. Peymana 9’ê Cotmehê li ser vî esasî ye. Bi peymanê dixwazin hêzên me yên leşkerî ji holê rakin û vîna civaka tune bikin.”   ‘Êzidî civakeke şoreşger e’   Xezal, da zanîn ku civaka êzidî ne wekî berê ye niha xwe birêxistin kiriye û wiha bi lêv kir: “Civak ne wekî beriya fermanê ye û êdî hişyar bûye. Îro civaka me xwe bi rêxistin kiriye û civakeke şoreşger e. Wek heval Zerdeşt gotî ‘Êzidî natirsin’ jixwe jî êdî wisa ye. Êdî li hemberî her cureyên lîstokan hişyar in. Li ser vê wekê carekdin ewqas êrişê li civaka me dikin. Ji bo êriş bikin jixwe re hincetan diafirînin.”   ‘Civak ji lîstîko 9’ê Cotmehê agahdar e’    Xezal Reşo, destnîşan kir ku civaka me ji lîstoka 9’ê Cotmehê agahdar e û wiha axivî: “Hîn siyasetmedar ê wekî Heydar Şeşo qala nederbaskirina hêzan a ji Şengalê dike, her wiha PKK’ê hincet nîşandidin û dikin hetef. Lê divê bizanin ku li vir tenê hêzên xweparastinê yên êzidiyan heye. Êzidî bi xwe parastina xwe dike. Ji bo me hewldana namzetên êzidî ji bo berjewendiya êzidiyan bê em qebûl dikin. Siyasetmedar heke ji bo civaka xwe kar dikin bila bên. Lê heke bi hêzek û arteşek din bên, em wê yekê qebûl nakin. Êzidî li hemberî tifaqa ku di navbera Tirkiye, Bexda û Hewlêrê pêk hatî de ji serê ewilê hişyar bûn, li ber xwe dan û rê li ber hatina wan birîn. Îro pêve jî em tu carî nahêlin ku plan û projeyên wan li Şengalê pêk bê.”   ‘Hewceya me bi parastina PDK û Iraqê nîne’    Xezal, diyar kir ku berxwedana civakê ya li hemberî PDK’ê Arteşa Iraqê girîng bû û got: “Em bi civaka xwe ser bilind in. Em jî bûn dengê civaka xwe, em berpirsên civakê ne û em nûnertiya civaka xwe dikin. Em daxwaza gelê xwe tînin ziman. Di roja 2’yê cotmehê de dema hêzên PDK’ê û Arteşa Iraqê hatî, me daxwaza gelê xwe anî ziman û me nehişt ku ev hêz bikevin Şengalê. Lê belê daxuyaniyên ku derbarê rewşê de hat dayîn mixabin berewajî tiştên ku bûyî ye. Li vir êzidî bi jin, zarok û ciwanan re li dijî hewldana hêzên PDK û Arteşa Iraqê derketin. Rastiyek li holê ye êdî baweriya te bi wan nayê, yên ku demên borî te tenê hiştibin dê niha parastina çi bikin gelo? Hewceya me ji parastina wan nîne.”   ‘Heke dibêjin demokrasî bila li gor vê tevbigerin’   Xezal, di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartina Iraqê ya ku di 10’ê cotmehê de pêk bê û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Bila destûr bidin ku namzetên me jî biçin li Başûr nav êzidiyan û bila biçin wargehên êzidiyan. Bila serdana hemû êzidiyan bikin. Herkes li gorî xwe dikare tevbigere û êzidi dixwaze dengê xwe bide kî bila bide. Heke dibêjin demokrasî heye, bila li gorî vê tevbigerin. Kî/kê çawa dixwaze dengê xwe bikar bîne bila bîne. Em tu carî li dijî wê yekê derneketine. Em ji hilbijartina namzet Viyan, Mihemed û Şêx Semîr aciz nînin.”   ‘Di xebatên hilbijartinê de cudakariyê dikin’    Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser Xezal, da zanîn ku li herêmê li hemberî xebatên namzetên êzidî de cudakarî tê kirin û wiha mijar nirxand: “Niha xebatên hilbijartinê tê meşandin û em jî dibêjin ku bila ji bo namzetê Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidî (PADÊ) jî heman derfet bên afirandin. Lê belê niha nahêlin ku posterên namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş li kolanan an jî li wargehên ku êzidî lê dimînin bên daliqandin û xebatên wî tên astengkirin. Lê belê namzetên din ên êzidî jî bi hêza peşmerge û Arteşa Iraqê tên Şengalê. Ev tişt nayê qebûlkirin. Me ji hêzên hatî re ragihand ku em naxwazin li vir tevliheviyek pêk bê. Heke ji bo hemû namzetan wekhev bin em ê jî rê bidin ku bila namzet Viyan û Mihemed bê li Şengalê û bixebitin. Her wiha me ji wan re got hêzên me yên li vir dikarin parastina herdû namzetan jî bikin û bi coşek mezin em dikarin wan pêşwazî jî bikin. Lê belê bi wan nêzikatiyan em naxwazin di navbera êzidiyan de şerek derkeve.”   ‘Êzidî ne parastina xwe parastina gelê Iraqê jî dike’   Xezal Reşo, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser parastina vîna civaka êzidî: “Em êdî naxwazin ku li hemberî civaka me plan bên çêkin. Êdî civaka me hatiye wê astê ku dikare xwe biparêze û li ber xwe bide. Tiştên ku bê vîna wan pêk tê êdî qebûl nakin. Ev tiqaqa ku ji hêla Hewlêr û Bexdayê pêk hatî bêyî vîn û daxwaza êzidiyan pêk hatiye. Ên ku li hemberî DAIŞ’ê şer kir em bûn, ên ku li ber xwe da em bûn, yên li ser axa xwe mayî em bûn û yên ku ax û gelê Iraqê parastî jî em bûn. Êzidî ne tenê parastina xwe parastina gelê Iraqê jî kir. Heke ev hêza ku bû sedema fermanê, carek din bên ser axa me qebûl nakin. Em li vir em nahelin ku beyî vîna civaka êzidî tiştek pêk bê.”