Piştî pandemiyê şewat: Xetereya tekelbûnê zêde bû 2021-10-04 09:01:53     Melîke Aydin   MUGLA - Piştî pandemiyê, esnafên xwedî kargehên biçûk yên li dijî şewatê têkoşîn dan, ji bo dukanên xwe negirin li berxwe didin. Bendewariya esnafên ku vê serdemê bi deyn digirin, ma serdemeke din.   Di du salên dawîn de krîza aboriyê ya heyî ji ber koronavîrus (Covîd 19) kûrtir bû. Ji ber krîza heyî bihayê her tiştî gelek zêde bû. Li gel zema ku avêtin ser faturayên gaza xwezayî û ceryanê, pirsgirêkeke din ku welatî pê re rûbirû ne jî şewata daristanan a li Herêma Ege û Derya Spî pêk hat. Esnaf ji rewşa heyî bi fikar in.    Darên zeytûnan şewitîn   Ayşe Ozmazi ya 58 salî ya 40 sale li navçeya Mazi debara xwe bi zeytunan dike wiha got: “Sektora xaliyan qedandin. Zeytûn şewitîn. Ez li peravê sarme û borekan çêdikim û difroşim. Lê ew jî otel nahêlin. Wekê din çavkaniya min adebarê tune ye. Di vî temenî de çi bikim gelo, diziyê bikim? Gîhandinek darek zeytunê 10 sal e, ew jî temenê min êdî têr nake. Di şewatan de me tu piştgirî nedît. Mala me neşewitî, em ji dumanê nemirin. Em hewl didin bijîn.”   Em ji şewatê bi bandor bûn   Ayten Tan ya ku 8 sal e li Bodrumê berhemên kozmetîkê difroşe jî destnîşan kir ku di pandemiyê de girtîbûn û di dema ku turîzm zindî bûye de şewat derketiye û bandorek neyînî li wan kiriye. Aytenê ev tişt bi lêv kir: “Tevgerên biçûk hebûn. Em mehên havîne bi 300-500 lîra cîro dukanên xwe digirin. Zivistanê bajar dimre. Yekheba muşterî tên.”   Yên pereyên standê nedidan hebûn   Semra Bîngeç jî  wiha got: “Ez dû standan şaredariyê ji bo demekê kirê dikim. Berhemên destên xwe difroşim. 12 sale vî karî dikim. Ji ber pandemiyê me zirar dît. Yên kredî kişandin zêdetir zehmetî kişandin. Kirê ne zêde ye. Lê me dîsa jî zehmetî kişand. Hevalên me yên pereyên standê nikarin bidin hene. Me dixwest ku dewlet piştgiriyê bide. Her tişt bihaye. Kirê bûne 4-5 hezar. Bi mûçeyê teqawîtbûnê debar zehmet e.”   ‘Di dema şewatê de her kes reviya’   Nazîk Ulcay jî cîrana Semrayê ye û 30 sal e bi vî karî debara xwe dike. Nazîkê wiha nirxandin kir: “Ji ber pandemiyê tenê turîstên Rus hebûn. Di şewatan de her kesî valîz girtin û reviyan. Piştî şewatê teşwîq nehat dayîn. Bila her kes bi wijdan tevbigere. 2 hezar û 200 didin dibêjin kirê bidin li zarokan binêrin. Ev zilm e. Jiyana me tune ye. Seranserê havînê dixebitim.  Em dixwazin ku baş debara me bibe.  Sozên tên dayîn nayên cih.”   ‘Tekelbûn ava dibe’   Arzu Canan a ku mala cilşoya wê heye, destnîşan kir ku ji ber pandemiyê gelek kargerî hatine girtin û wiha bi lêv kir: “100 hezar deynê min heye. 11 mehe me kirê nedaye. Xwediyê xanî dibêje ji malê derkeve.Sezonê dereng dest pê kir. Me alîkarî negirt. Cihên cilşoyê yên mezin vedibin. Tekelbûn ava dibe. Piranî bê wijdanin. Em esnafên biçûk alîkariyê didin hev.”   Merve Firat ya ku otela butîk Mucho dide xebitandin jî diyar kir ku ji ber pandemiyê  pansiyoneke ku hatibû girtin, me dewr girt û li Bodrumê portfoya muşterî di salên dawî de guheriye. Merveyê daxuyakirin ku otelên butîk ji ber pandemiyê, bi hinceta ku hîn bêtir paqijin tên tercîhkirin û wiha dawî lê anî: “Lê her tişt biha bûye. Em hewl didin  biha zêde nekin. Lê ji ber pandemiyê bi rastî her kes neyînî bi bandor bûye. hêvîdar im di salên pêş de rewş hinek baş be.”