Lîlav Hesen: Star FM dibe dengê jinên Rojavayê Kurdistanê 2021-09-30 09:01:12   Gulîstan Şahîn   QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Radyoya Star FM'ê Lîlav Hesen di derbarê berfirehbûna weşana Radyoya Star FM'ê de diyar kir ku ew dibin dengê jinan û wiha got:"Star FM ku dengê jin û jiyanê ye, bi berfirehkirina weşana xwe gaveke baş diavêje. Star FM dê têkoşîna jinan ên ku bi hezaran salan hatine xwestin bên tunekirin bi her kesî bide naskirin. Star FM dibe dengê jinên Rojavayê Kurdistanê."   Yekemîn Radyoya xweser Star FM bi rengê jinê weşana xwe li Rojavayê Kurdistanê di 15'ê Kanûna 2017'an de dest pê kir. Balkêşiya wê ew e ku hemû xebatkarên Radyoyê jin in. Weşana wê jî zêdetir dest nîşanî ked, têkoşîn û jiyana jinê dike. Di bernameyên ku di Star FM'ê de tên pêşkêşkirin de rewşa jinan bi tevahî li pêş çavan tê raxistin. Her wiha hemû cureyên nûçeyên ku têkildarî rewşa jinan a di nava şoreşê de tê pêşandan. Di radyoyê de hevbeşî, kombûn, nêrîn û niqaşên jinê derdikevin pêş. Bi rengekî ku hêza jinan û hebûna wan di qada ragihandinê de mayinde bike, weşana xwe dike. Piştî Konferansa Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) pêk hat, biryar hat girtin ku Radyoya Star FM'ê asta Kantona Qamişloyê derbas bike û bibe dengê jinên Herêma Cizîrê. Piştî amadekariyên mezin Radyoya Star FM'ê di 1'ê Cotmeha 2021'ê de asta weşana xwe berfireh dike û wê bibe dengê jinên Herêma Cizîrê. Têkildarî berfirehkirina xebatên radyoyê, ji Rêveberiya Star FM'ê Lîlav Hesen nêrîna xwe parve kir.    '23 bername tên pêşkêşkirin'   Lîlav Hesen bal kişand ser armanca Radyoya Star FM'ê û li ser rewşa wê wiha nirxandin kir:"Di 15'ê Kanûna 2017'an de bi dirûşma "Dengê jin û jiyanê" Star FM bi awayekî fermî dest bi weşanê kir. Me cara ewil 9 bername tenê pêşkêş kirin. Piştî çar salan niha em 23 bernameyan pêşkêş dikin. Her wiha di destpêkê de me tenê bi zimanê kurdî û erebî bername pêşkêş dikir, lê niha bi sê zimanan em pêşkêş dikin û ya sêyem jî suryanî ye. Armanca Star FM'ê ya yekemîn ew e ku dengê Şoreşa Rojava ya ku bi navê şoreşa jinê tê nasîn bi tevahî cîhanê bide nasîn."   'Xebatên Radyoya Star FM'ê li Herêma Cizîrê hat berfirehkirin'   Lîlavê wiha behsa berfirehbûna xebatên Radyoya Star FM'ê ya li Herêma Cizîrê kir:"Dema radyoya me nû hate vekirin, tenê li Kantona Qamişloyê dikişand. Lê niha Radyoya Star FM'ê gavên şênber avêt û li Herêma Cizîrê xebatên xwe berfireh kir. Ji bo tevahî jinan û ji bo xebatkarên Radyoya Star FM'ê ev pêşketin cihê kêfxweşiyê ye. Em vê pêşketinê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Em dikarin bêjin ku Radyoya Star FM'ê berhema têkoşîn û xebata jinan e. Her roj li tevahî cîhanê tundî, zordarî, destdirêjî li jinê tê kirin. Tecawiz li jinê tê kirin. Lê li hemberî vêya têkoşîna jinan heye. Weke Star FM'ê jî erka me ya sereke ew e ku bûyerên li ser jinan ên diqewimin em ji her kesî re ragihînin."   'Bi şoreşê re rojnamevanên jin pêş ketin'   Lîlavê da zanîn jin bi taybet bi şoreşê pêş ketin û pêşketinên jinan ên di aliyê ragihandinê de wiha rave kir:"Li Rojavayê Kurdistanê gelek pêşketinên berbiçav çêbûn. Ji vana yek jî pêşketina jinên rojnamevan bû. Di destpêkê de jinên rojnamevan gavên xwe di ajansa Jinnews'ê de avêtin, paşê Star FM vebû û herî dawî jî ji bo tevahî jinan gavek herî dîrokî ye ku Jin Tv hate vekirin. Ev gavana ji bo tevahî jinan pir girîng bû, ji ber di dema borî de jin ji mafê xwe hatibû dûrxistin, lê bi saya fikir û ramanên Rêber Apo  gavên mezin hatin avêtin. Elbet ev yek bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re mîsoger bû. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek gavên erênî avêtin û li ser lingên xwe sekinîn. Niha gelek sazî û dezgeh li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine vekirin û di gelekê van saziyan de jî jin pêşengtiyê dikin. Gelek jinên enternasyonalîst ji tevahî cîhanê hatin û xwestin şoreşa jinê nas bikin. Li tevahî Rojhilata Navîn û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radyoya jinê ya yekem Radyoya Star FM e. Bi radyoya Star FM'ê re derket holê ku jin jî dikare bibe dengê tevahî jinan."   'Star FM dibe dengê jinên Rojavayê Kurdistanê'   Lîlavê di dewamiya gotina xwe de teqez kir ku jinên Rojavayê Kurdistanê Radyoya Star FM'ê aîdê xwe dibînin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em jî weke jinên ciwan ku di radyoya Star FM'ê de cihê xwe digirin me mohra xwe li dîrokê da û me ji xwe re kir armanc ku em jî bibin dengê van jinan. Jinên Rojavayê Kurdistanê Star FM'ê aîdê xwe dibînin û gelek nêrîn û pêşniyaran ji me re dikin. Di weşana me de mijarên wekî zarok, siyaset, çand, civak, YPJ hene. Di dema Rejima BAAS'ê de radyo li van deran tunebû, heta me nedikaribû cihê xwe jî tê de bigirin, lê bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re me hemû kesan da nîşandan ku jin dikare di hemû karan de pêşengtiyê bike. Weşana me di Star FM'ê de di 8'ê siharê de dest pê dike, heta dehê êvarê dom dike. Ji bo ragihandina azad rastiyan derxîne holê, gelek berdêlên mezin hatine dayin, heta me canê xwe jî feda kirine. Bi saya şehîdên xwe em îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî azad û aram karê xwe didomînin."   'Divê em xwedî li berxwedan û têkoşîna jinan derkevin'   Lîlavê bal kişand ser xwedîderketina têkoşîna jinê û êrîşên dewleta tirk û wiha domand:"Dema Star FM hate vekirin, dewleta tirk wê demê jî êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikir, niha jî bê navber êrîş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, bi taybet li hember tevgera jinê heye. Dema bajarek tê dagirkirin ji aliyê desthilatdaran ve yekser jin dibin armanca êrîşan. Di bûyerên wiha de weke jinên rojnamevan barê me giran e, loma dibê em bibin dengê van jinan. Divê em xwedî li berxwedan û têkoşîna tevahî jinan derkevin."   'Wê rastî bibe deng û rengê jiyanê'   Lîlavê herî dawî da zanîn ku ew li ser du pelan weşana xwe dikin û wiha got:"Me weşana xwe li Herêma Cizîrê berfireh kiriye. Em li ser du pelan weşana xwe dikin. Li Kantona Qamişloyê li ser pela 105.3 û li Kantona Hesekê jî li ser pela 104.8 em weşanê dikin. Niha dengê me digihêje jinên Herêma Cizîrê û em dibêjin dengê Star FM'ê dengê jinên Herêma Cizîrê ye. Jinên Herêma Cizîrê dikarin têkoşîn û berxwedana xwe di radyoya Star FM'ê de parve bikin da ku tevahî jin têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibihîzin. Di heman demê de em weşana xwe li ser tora civakî jî parve dikin. Star FM ku dengê jin û jiyanê ye, bi berfirehkirina weşana xwe gavê diavêje û wê têkoşîna jinan ên ku bi hezaran salan hatine xwestin bên tunekirin ji her kesî re bide naskirin. Wê rastî bibe deng û rengê jiyanê."