Parêzerên malbatê: Bûyera malbata Şenyaşar li ser darazê mohreke reş e 2021-09-29 09:05:24   Sema Çaglak - Rozerîn Gultekîn   AMED / RIHA - Parezêran bal kişandin li ser çalakiya "Nobeta Edaletê" a malbata Şenyaşar û destnîşan kirin ku têkoşîna malbata Şenyaşar ji bo pêkanîna edaletê wek sembolekê ye û gotin: “Bûyera malbata Şenyaşar li ser darazê mohrekê reş e. Em jî wek parêzêran doza malbata Şenyaşar gelek girîngî didin û xwedî lê diderdikevin."   Xizmên Parlamenterên AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsê di 14’ê hezîrana 2014’an de êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kiribûn û sê ferdên malbatê hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar jî ji bo edalet di dosyeyê de pêk were û Fadil Şenyaşar ê girtî were berdan ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digirin. Bi sedan parêzer ji bo piştgiriyê bidin malbatê di roja 200'î de de berê xwe dabûn Rihayê. Parêzêran têkildarî nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar ji ajansa me re axivîn.   ‘Kesên ku nêzî desthîlatdarê ne bê ceza dimînin’   Hevseroka Komeleya Hîqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ozum Vurgun, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo çewisandina civak û ji bo berjewendiyên xwe polîtîkayên bêcezahiştinê dide sepandin û got: “Em ji paşêrojê ve heta roja îro hertim bi polîtîkayên bêcezahiştinê dijîn. Ji hêzên bazbend re mafên bi dawî tê nas kirin. Bazbend dizane ku ji hêla dewletê ve tê parastin. Bi berfirehkirina rayedariyê polîtîkayên bêcezahiştine yekser li Kurdîstanê li hemberî hemû  muxalîfan wek çekekê tê bikaranîn. Gava em li malbata Şenyaşar jî dinêrin, kesên ku nêzî desthîlatdarê ne bê ceza dimînin. Desthîlatdar ji bo ku xwe li ser piyan bihêle ji bo xwe re alîgir kom dike wisa dike.”   ‘Bi barîkatan nikarin rê li ber edaletê bigirin'    Ozum bibîr xist ku di roja 200’î ya çalakiya nobeta edaletê de di weşana zindî de Îbrahîm Xelîl Yildiz jî temaşe kiriye û wiha axivî: “Xizmên kujeran hertim ji ber edliyeyê derbas dibin û cihê nobetê temaşe dikin. Lê belê di roja çalakiya me de bi hinceta ewlehiyê xwestin me bixin cihekê tengav.  Di navbera me û çapemeniyê de barîkat danîn. Wisa bêtehamuliyek mezin hebû ku hewil didan ku em ji derve de xuya nekin. Ferît Şenyaşar li wir wiha got 'Hûn bi barîkatan nikarin rê li ber edaletê bigirin'. Ev gotin gelek bi wate bû. Ew hemû geşedan û zext nîşaneya bêcezahiştinê ye. Bi vê rêbazê dixwaze bêjin heke hûn raya xwe nedin min û wek min nefikirin hûnê tune bibin."    ‘Darazak serbixwe nîne’   Ozum destnîşan kir ku daraz li hemberê wan qewimandinan ne serbixwe ye, alîgirî dike û wiha pêde çû: “Dayikên şemî 700 hefte nin li pey hestiyên zarokên xwe nin. Dîsa dayikên aştî ji bo maf û aştî û demokrasiyê diparêzin tên darizandin. Dayikên dibistana  harpê ji bo mafên zarokên xwe têdikoşin tên binçavkirin. Ango hemû dayikên ku xwestine ji bo zarokên xwe bibin deng hatine darizandin û ji wan gelek dayikan bê dîtina edaletê ji vê dine koçî bûne. Lê belê malbatên ku li ber derê HDPê tên sekinandin çi cudahiya wan ji wan malbatan hene? Em dizanin ku ew malbat wek ji bo malzemeyek sêyasetê tên bikaranîn. Lê ji alîyek din ve jî malbat û dayikên din ji bo têkoşîna mafên zarokên xwe tên darizandîn.”   ‘Li Tirkiyê lêgerînek ji bo edaletê heye’   Ozum anî ziman ku ji ber ku li Tirkiyeyê zagon nayên sepandin lewra bêhêviyek hey û wiha bi lêv kir: "Ew lêgerînên ji bo edaletê herku diçe kêmasiya darazê tîne ber çavan. Doza malbata Şenyaşar 3 sal in bê encam berdewam dike. Her wiha li ser dosyayê biryara veşartî heye. Lê dîsa jî divî geşedanên li ser dosyayê bi parezêrên malbatê re bê parve kirin. Lê belê parêzerên malbata şenyaşar derheqê dosyayê de nikarin xwe bighînin tu geşedanan. Li vê welatê hesta bê hêvitiya bê edaletiyê heye.”   ‘Berxwedana wan berxwedana me ye jî'   Ozum di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku her çiqas li eywana runiştinê de 3 parezêr hebin jî dosyaya malbata Şenayaşar li cem bi sedan parezêran e û got: "Berxwedana wan di heman demê de berxwedana me ye. Ew qerîna dayikek e. Hemû dayik di qadên cuda de diqerîn li heman dengê diqerîn. Heke edalet ji bo dayika Emîne hat dê wê demê em ê bêjin daraz serbixwe ye. Heke rondikên dayika Emîne raweste dê wê demê rondikên Dayikên Şemiyê jî rondikên hemû dayikên ku li pey edaletê ne raweste.”       ‘Daxwaza Emîneyê daxwaza me ye'    Parêzera Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat jî diyar kir ku daxwaza Emîne Şenyaşar a edaletê daxwaza her kesî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojên borî bi sedan parêzer û baroyên herême, di çalakiya nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar de cih girt. Me bang kir ku lêpirsinek rêkûpêk bê destpêkirin. Lê belê wê rojê daxuyaniya me di bin dorpêçê de pêk hat. Bêriya daxuyaniyê, wêneyên roja bûyerê vedigot hatibûn daliqandin ji hêla polîsan ve hatin komkirin. Di vê navberê de Emîne ji polîsan re got 'Edaleta dewletê li ku ye?'. Polîs jî wiha bersiv dabû Emîneyê 'Dewlet li vir e'. Belê dewlet li wir bû, lê bi polîtîkayên xwe yên bêcezahiştinê, bi polîtîkayên xwe yên parastina kujeran li wir bû. Ne bi sepandina edaletê li wir bû. Ji ber vê yekê ew bersîv ne bersîva pirsa Emîne Şenyaşar bû.”   ‘Bi israr bi ser qetliamê digirin'    Berfîn da zanîn ku Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ev 7 meh in çalakiya xwe ya rûniştin berdewam dikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Lê wekî ew jî gotibûn, ev ne tenê çalakiya rûniştinê ye di heman demê de lêgerîna edaletê ye. Di nav vê pêvajoyê de bi dehan car malbata Şenyaşar hat binçavkirin û bi zext û zordariya dewletê re rûbirû man. Bi vî rengî ji bo malbata Şenyaşar li pey edaletê negerin xwestin têkoşîna wan biçewisînin. Lê tevî van yekan dayika Emîne têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bibiryarî berdewam kir. Niha jî hewl didin ku wek tiştek pêk nehatiye tevbigerin. Di dîmenan de her tişt diyar e. Lê tevî van yekan bi israrî li ser vê qetlîamê digirin."    ‘Bûyera malbata Şenyaşar ji bo darazê mohrekê reş e’   Berfîn, destnîşan kir ku ku li ser dosyayê biryara veşartî heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Daraza ku di destê siyasetê de ye 3 sal in derbarê dosyayê de gavek nehatiye avêtin. Bûyerên bi vê rengî û ango wekî komkujiya li hemberî malbata Şenyaşar, komkujiya Konyayê jî ji bo darazê wek mohrekê reş e. Têkoşîna Emîne Şenyaşar gelek bi nirx û bi wate ye. Pirsgirêkên wê yên tendurîstî jî hene. Ligel travmeya bûyerê, çalakiya xwe ya rûniştinê didomîne û daxwaza edaletê dike. Di aliyê fizikî, derûnî û giyanî de rewşa wê nebaş e. Ez li ser navê Komeleya Jinan a Rosa’yê bang dikim ku divê em dayika Emîneyê tenê nehêlin. Em ê li cem têkoşîna wê bin."    ‘Têkoşîna malbata Şenyaşar wek sembolekê ye’   Endama Şaxa OHD yê Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel jî destnîşan kir ku têkoşîna malbata Şenyaşar ji bo pêkanîna edaletê wek sembolekê ye û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê êdî herkes ji bûyera malbata Şenyaşar agahdar e. Têkoşîna malbata Şenyaşar ji bo hemû kesên ku li pey edalet û hiqûq û darazek serbixwe ne wek semboleke ye. Ji ber vê yekê divê xwedî li têkoşîna malbata Şenyaşar bê derketin. Heke dosyaya Malbata Şenyaşar bê ronîkirin dê ji bo kesên ku edalet digerin dê bibe hêviyek. Em wek parêzêr doza malbata Şenyaşar girîng dibînin û em ê xwedî li dozê derkevin. Em bi xwedîderketina xwe dixwazin li dijî bêedaletî û bêhiqûqî yê derkevin."