Li Stenbolê atolyeyên jineolojiyê dest pê dikin: Em dikarin bi hev re bibin xwebûn 2021-09-28 09:07:51   Habîbe Eren   STENBOL - Ji Yekîneya Jineolojiyê Sevcan Kadîroglu der barê atolyeya jîneolojiyê ya di 3’yê cotmehê de li Stebolê dest pê dike de axivî û diyar kir ku ew têkoşîna zanîna ku ji jinê hatiye girtin, ji bo ji nû ve bidin jinê têdikoşin û wiha got: “Em dikarin nasname, hebûn û jiyana azad bi hev re bihûnin û bibin Xwebûn.”   Jineolojî yekem car di 2008’an de di pirtûka Civaknasiya Azadiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hat rojevê. Jinolojî ji gotinên ‘jin’ lojî (zanîn) ava dibe û  têgehek kurdî ye. Jineolojî ku tê wateya zanista jinê ligel vê gotinên jin û zanistê ji nû ve di esasa ‘demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê’ de tê venasîn.  Hejmara yekem a kovara Jineolojîyê di 8’ê Adara 2016’an de derket. Di 5 salan de jinên bi îdiaya ku divê jin azad bin derketin rê, li gelek deverên cîhanê xebatên atolyeyê meşandin û bi vê jineolojî dan bihîstin û feraseta serdest a mêr berovajî kirin. Di dema nû de qeydên atolyeyê li Stenbolê di 15’ê îlonê de dest pê kirin û di 1’ê cotmehê de wê qeyd bi dawî bibin. Atolyeyê li Aksaray û Kadikoyê wê dest pê bikin, ji niha de eleqeyek mezin dîtin.  Ji Yekîneya Jîneolojiyê Sevcan Kadîroglu, der barê qeydên dema nû de agahî da û hemû jin vexwend atolyeyan.   ‘Em bi jinên ku dixwazin dîroka xwe bizanibin re tên gel hev’   Sevcanê destnîşan kir ku ji 2016’an heta niha xebatên atolyeyê dimeşînin û wiha got:“Em ji pratîk, teorî û kurama jîneolojiyê hêzê digirin û xebatê dimeşînin. Atolye ji bo jinan e lê li gorî hewcedariyê jî em carnan ji bo mêran jî pêk tînin. Atolye ji bo her kesî vekirîne. Ji her alî jin tên. Ji kedkarên malê bigirin heta xebatkarên tenduristiyê, ciwanên zanîngehê û jinên saziyên cuda tên. Girse û pîvaneke ku em xîtab dikin tune ye. Her kes dikare bê."   Jineolojî çima girîng e?    Sevcanê pirsa ‘Jineolojî çima girîng e’ wiha bersivand:"Jineolojî, jinê ji cihê ku cuda tê dîtin digire û bi nêrîna jinê vedinasîne. Dema vê dike jî, feraseta zanist, ol, mîtolojî û felsefeyê ya jinê şaş vedinasîne, lêkolîn dike. Pêngava duyem jî  bi feraseta desthilatdariya ku jinê şaş vedinasîne, hesab dibîne û venasînên xwe pêş dixîne.”"   Dîroka jinan derdixe holê   Sevcanê her wiha bi lêv kir ku ew feraseta dîroka ku zîhniyeta mêr afirandiye, red dikin û wiha daxuyand: “Em dîroka jinê ya 9 hezar salî lêkolîn dikin. Ji ber em dizanin ku tiştek li gerdûnê winda nabe. Em têkoşîna dîroka hatiye çewisandin derdixin holê. Pergala serdest dixwaze jinan bê alternatîf bihêle. Hewl dide pêşî li lêgerîna heqîqetê bigire. Ji ber vê atolyeyên jineolojiyê pir girîng in.”   Sevcanê bi lêv kir ku dema bi jinan re tên gel hev  dîroka civakî û ya jinan lêkolîn dikin û her ku fêr dibin jî dikevin lêgerîna rê û rêbazên nû û got: “Em dibêjin ku zanist aydê hemû civakê ye. Em di atolyeyan de jî têkoşîna vê didin. Em di atolyeyan de ewil mijara ‘çima jineolojî’ digirin dest. Di bin vî sernavî de em têkiliya jineolojiyê ya bi zanistên civakî yên din re lêkolîn dikin. Em hewl didin bersiva pirsa ‘Jînelojî zanistek civakî ye?’ bidin.  Em ‘xwezayek jinan heye?’ lêpirsîn dikin. Piştre em derbasî ‘rêbaz û heqîqetê’ dibin.”   ‘Sernavên tên nîqaşkirin’   Sevcanê balkişand sernavên di atolyeyê de tên nîqaşkirin û got: “Em bi ‘polîtîkayên femînîzmê’, ‘femînîst epîstemolojî’, ‘wek ontolojîk nêrîna li hember zayendê’, ‘hevjiyana azad’, ‘etîk estetîk’, ‘azadî’ berdewam dikin. Jinên tên atolyeyê dikevin lêgerînan. Em vê baş dibînin.”   Wê li taxan jî atolye hebin   Sevcanê di dawiya axaftin xwe de ev tişt îfade kir: “Qeyd heta 1’ê cotmehê didomin. Atolye wê 3’yê cotmehê dest pê bikin. Eleqe gelek mezin e. Bi taybet jinên ciwan eleqeyê nîşan dide. Di dema nû de ji bilî Aksaray û Kadikoyê wê li taxan jî atolye hebin. Em ji rêxistibûnê netirsin. Em bên cem hev û bi rêwitiya xwe ya xwebûnê re têkoşîna xwe bidin meşandin. Em bi nasname, hebûn û jiyana xwe ya azad dikarin bibin ‘Xwebûn’.”