Welatiyên Tûşbayê: Agahiya rayedaran ji me tune ye 2021-09-27 09:17:59   WAN - Li taxên Beyuzumu, Seyrantepe û Duzyolê yên girêdayî Tuşbayê ya Wanê ji ber lehiya rabû gelek xaniyî zirar dîtin û gelek sewal telef bûn. Şêniyên taxê diyar kirin ku sê car in lehî radibe û gotin tu tedbîr nayê girtin. Endama Meclîsa Şaredariya Tuşbayê ya HDP’ê Ayşe Mînaz da zanîn ku şaredariya ku qeyûm lê tayîn bûye, piştî lehiyê xebatkarên wê neçûne taxê û got hesasiyeta ji bo bajarên din tên nîşandan, bila li Wanê jî bê nîşandan.   Li taxên Duzyol, Seyrantepe û Beyuzumu ya Tuşbayê ya Wanê ji ber lehiyê gelek xaniyî zirar dît û hat asta ku mirov nikarin lê bijîn. Şêniyên taxê bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku li taxê pirsgirêkeke binesaziyê ya ku nayê çareserkirin heye.    Şêniyên navçeyê 3 car in bi lehiyê re tên rû hev   Şêniya taxê Behîce Acar diyar kir ku piştî şiliyê lehî rabûye û xaniyê wê zirarek mezin dîtiye û wiha dirêjî dayê: “Av ket xaniyê min û di lehiyê de 10 mirişkên min mirin.”   Jina bi navê Feyruz Denîz jî diyar kir ev cara sêyem e lehî radibe û got: “ Lê vê carê bi şev pêk hat û gelek bi şîdet bû. Ji ber vê em pir tirsiyan.”   ‘Tiştekî me nema’   Medîne Durmaz a xaniyê wê zirarek mezin dît û Meryem Dalhan ku av ket bodruma wê û hemû xurekê wan di bin avê de man wiha gotin: “Hemû xurek li wir bûn. 6 çewal ard, 2 çewal birinc, 3 çewal şekir, simaq, nîsk, her tiştê me li wir bû lê tiştek nema. Min amadekariya zivistanê kiribû lê her tişt di bin avê de ma. Zirara me gelek mezin e.”   Nazmiye Guneş jî wiha bertek nîşan da: “Hemû xurekên me yên zivistanê di bin avê de man. Pirsgirêka binesazî û  rê heye. Xurekên me neman. Di bin avê de man. Pirtûkên zarokên min di bin avê de man. Şêniyên taxê bêçare ne. Êdî bes e. Em bêzar bûne.”   Cahîde Gulmez û Ayşe Dalga yên malên wan di bin avê de man jî nerazîbûnên xwe anîn ziman û bertek nîşan dan.   ‘Ji ber lehiyê gelek xaniyî zirar dîtin’   Endama Meclîsa Tuşbayê ya HDP’ê Ayşe Mînaz ku piştî lehiyê çû serdana malbatan diyar kir ku gelek xanî û kargerî di bin avê de mane û wiha got: “Xanî hatine asta ku nikare bê bikaranîn. Em wek heyeta HDP’ê, bi taybet wek Koma Meclîsa Şaredariya Tuşbayê hatin taxê. Ji ber lehiyê gelek xaniyî zirar dîtiye. 6 malbat hewcedariya wan bi starbûnê heye. Divê ligel starbûnê, hewcedariya xurek,  alavên tendurstiyê bê temînkirin. Em dema hatin taxê me em fêr bûn ku agahiya rayedaran jê tune ye. Welatiyan di navbera 03.00 û 05.00'an de li Vaskî geriyane. Lê rayedar nehatine herêmê. Gelê me bi derfetên xwe mudaxale kirine. Dayikan û ciwanan bi satil û bêran av derxistine.”   ‘Bila ji bo Wanê jî bê kirin’   Ayşeyê ku ji welatiyan agahî girt, diyar kir ku wê di civîna meclîsa şaredariyê de ji bo hewcedariya malbatên zirar dîtine, bang bike û bang li qeyûm kir û got alîkariya ji bo bajarên din hatiye kirin bila ji bo Wanê jî bê kirin.