'Nedayîna cenazeyê tê wateya îşkenceyê' 2021-09-25 09:46:12     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Mazlûm Mat ê HPG'yî di 19’ê îlonê de di jiyana xwe ji dest da cenazeyê wî teslîmê malbata wî nayê kirin. Meta wî Bûşra Toprak, anî ziman ku dewlet dixwaze bi vî awayî îşkencê li malbatan bike û got: "Dewlet ji cenazeyê zarokên me ditirse. Ji ber vê yekê ye cenazeyên me nadin. Lê em teqes cenazeyê xwe dixwazin."   Di 19’ê îlonê de li herema Çiyayê Herekol a navçeya Xisxêra Sêrtê, di encama operasyona leşkerî de Mazlûm Mat bi nasnav Kendal Azad Botan ê HPG’yî jiyana xwe ji dest da. Li ser parvekirina nûçeyan, malbata Mazlum, ji bo cenazeyê xwe bigirin serî li dozgeriya Sêrtê dan. Ligel malbatê cenaze teşhîs kir jî cenazê teslîmê malbatê nekirin. Li ser vî yekê malbat ji bo DNA’yê xwîn da û her wiha serlêdana parêzeran jî didome. Derbarê mijarê de meta Mazlum, Bûşra Toprak û birayê wî Şevger Mat ji ajansa me re axivîn.     ‘Tu carî dev ji xebatan berneda’   Bûşra, diyar kir ku Mazlûm di nava malbatek welatparêz de mezin bûye û wiha behsa wî kir: “Dema diçû dibistanê di nav xebatên partiya siyasî de cih digirt. Kesekî zana û camêr bû. Tu carî dev ji xebatên partiyê berneda. Mazlûm ji ber xebatên xwe her tim bi zext û zordariy dewletê re rûbirû dima. Carekî hat binçavkirin û hat berdan. Ji bo zanîngehê çû Balikesîrê. Li Balikkesîrê jî dev ji kar û xebatên xwe berneda. Lê belê zilma dewletê li wir jî berdewa kir.”   'Li dijî zilmê berê xwe da refên azadiyê'   Bûşra, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser çûyîna Mazlûm: "Di sala 2009’an de tevlî refên azadiyê bû. Li wir jî navê xwe kir Kendal Azad Botan. Mazlum li dijî zilma dewletê berê xwe da refên azadiyê. Lê belê tu carî zilm û zordariya dewletê li ser malbata wî jî bi dawî nebû. Derbarê dayika wî de doz hat vekirin. 9 sal ceza ji bo dayika wî hat xwestin û dayika wî jî berê xwe da derveyî welat."   ‘Em cenazeyê xwe dixwazin'    Bûşra, diyar kir ku ji televîzyonê gihaştina agahiya wî û wiha bi lêv kir: "Medyaya tirk di 19’ê îlonê de daxuyaniyê da û got 'Mazlûm jiyana xwe ji dest daye'. Em jî ji televîzyonê hîn bûn ku Mazlum şehît ketiye. Şehadeta Mazlûm dabûn televîzyonê. Cenazeyê wî niha di Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê ye. Em çûn me cenazeyê xwe teşhîs kir. Lê belê ji me re gotin divê dayika wî were. Piştre carekedin me bi dozgeriyê re hevdîtin kir û gotin 'We demek dirêje wî nedîtiye, çawa zanin ku ew e'. Niha cenazeyê nadin me. Li ser vî yekê me jî xwîn da. Lê dibêjin em nadin. Dewlet ji cenazeyê zarokên me ditirse. Ji ber vê yekê ye cenazeyên me nadin. Dewlet bi vî awayî zilmê li me dike. Dixwazin êşê li me bidin kişandin. Em tu carî dev ji vî dozê bernadin. Em ê heta dawî li ser şopa Mazlûm bin. Em cenazeyê xwe dixwazin. Bila Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) piştgiriya me bike ku em cenazeyê xwe bigirin. Cenazeyên zarokên me dirizin piştre hestiyên wan didin malbatan.”   ‘Heta rapora DNA’yê neyê em cenazeyê nadin’   Birayê Mazlûm Şevger jî diyar kir ku ew 8 xwîşk û birane û wiha bal kişand ser xebatên Mazlûm: "Birayê min li vir di nav xebatên partiya siyasî de bû. Birayê min di sala 2005’an de ji bo zanîngehê çû Balikesîrê. Li wir jî tevlî xebatan bû. Li dijî zilma dewletê jî di sala 2009’an de tevlî refên azadiyê bû û di gelek qadan de xebitî. Di 19’ê îlonê de çapemeniya tirk daxuyaniyê da û got Mazlûm jiyana xwe ji dest da ye. Cenazeyê birayê min niha li morga Nexweşxaneya Sêrtê ye. Li ser vî agahiyê di 20’ê îlonê de em çûn û me serî li Dozgeriya Sêrtê da, me xwest em cezaneyê xwe teşhîs bikin. Li ser wê yekê ev bi heyeta dozgeriyê re ve çûn Nexweşxaneya Sêrtê û me cenazeyê xwe dît. Ligel me teşhîs kir jî cenaze nedan me. Dozgerî bi hinceta ‘Te demeke dirêje birayê xwe nedîtiye. Dibe ku tu nasnekî’ cenaze nedan me. Dozgeriyê got heta rapora DNA’yê neyê em cenazeyê nadin.”   ‘Dixwazin îşkenceya derûniyê li me bikin’   Şevger, destnîşan kir ku dewlet dixwaze bi vî awayî îşkence li malbatê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza me ew e ku cenazeyê me bidin me û defin bikin. Bi awayek kêyfî vê tiştê dikin. Bi zanebûn zilmê li me dikin. Dixwazin îşkenceya derûniyê li ser me bikin. Bila cenazeyê me bidin me û em defin bikin. Ji bo cenazeyê xwe em bigirin parêzerên me carek din serlêdan kirin. Lê belê dozgerî dibêje ‘ez cenaze nadin.’ Cenazeyên malbatan bêyî agahiya wan dibin û defin dikin. Bi cenazeyê Mazlum, cenazeyeke mêr û ya jinek jî li nexweşxaneyê."