‘Em hewl didin bibin dengê hevpîşeyên xwe’ 2021-09-23 09:07:06     Rozerîn Gultekîn   RIHA - Emîne Şenyaşar û Şaxa OHD’ê ya Rihayê çalakiya xwe ya li ber edliyeyê didomînin û ji bo roja 200’î ya Nobeta Edaletê banga piştevaniyê kirin. Parêzer Meral Halat jî diyar kir ew bang dikin ku bibin dengê edaletê ya hevpîşeyên xwe.   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartinên 24’ê Hezirana 2018’an parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê malbata Şenyaşar kiribûn. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurê xwe di êrîşê de winda kir, kurê wê Ferît Şenyaşar jî di êrîşê de birîndar xilas bibû. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edeletê kirin û di roja 199’an de didome. 24’ê îlonê roja înê wê roja 200’î tije bike. Sekretera Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Meral Halat û Emîne Şenyaşar ya ku 199 roj in li bende edaletê ye banga piştevaniyê kirin.   ‘Dosya sê sal in bi biryara veşariyê didome’   Sektretera Şaxa OHD’ê ya Rihayê Meral Halat, bi lêv kir ku malbatek hewl hat dayîn ku bi komkujiyê bê tunekirin û walî û midûriyeta Emniyeta navendê mudaxaleyê bûyerê nekirine, pêşî li tunekirina delîlan vekirine û wiha dirêjî dayê: “Emîne Şenyaşar di 9’ê Adarê de daxwaz kir ku bi dozger re hevdîtinê bike lê bêyî hincet hat redkirin. Ji bo kurê wê cezayê muebetê tê xwestin û bi biryara veşariyê ev sê sal in dosyaya wan didome. Li ser vê Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber edliyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kirin.”   ‘Lêgerîna edaletê tê darizandin’   Meralê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji salên 90’î heta niha ji ber polîtîkayên bêcezabûn û kuştinên kiryar nediyar, gelek caran lêgerîna edaletê hatiye jiyîn û ev tişt bi lêv kir: “Ji roja nobeta edeletê hat destpêkirin Emîne gelek caran hat binçavkirin. Lê mixabin 3 sal in di dosya wan de tu pêşketin çênebûn. Ji ber biryara veşariyê hebû em nizanin dosya di kîjan astê de ye. Lêpirsîn ji bo dayika Emîne tê destpêkirin, wek hiqûqnasekê dema vê vedibêjim zehmetiyê dikşînim. Em di pêvajoyeke ku lêgerîna edaletê tê darizandin de ne. Ji bo edaletê serlêdan kir lê hat redkirin. Li cihê ku hîmê avahiya edaletê hatiye avêtin, dayika Emîne bi destê xwe li edaletê digere.”   ‘Dayika Emîneyê bû sembola edaletê’   Meralê her wiha destnîşan kir ku li Tirkiyeyê edalet pêk nayê û got her piştgiriya ji bo Emîne Şenyaşar bê kirin ji bo edaletê tê kirin û wiha dawî lê anî: “Dayikên Aştiyê, STK, baroyên herêmê, komîsyona navenda mafê jinan a baroyên herêmê di lêgerîna edaletê ya Emîneyê de li gel wê cih digirin. Ji ber Emîneyê sembola edaletê ye. Ji bo piştgiriya wan em ê bi dozger re hevdîtinê bikin, em ê bi cubeyên xwe daxuyaniya çapemeniyê bidin û bi wan re di nobeta edaletê de cih bigirin. Em hemû hevpîşeyên xwe bi taybet jinan dawetî piştgiriyê dikin.”   ‘200 rojî zilm li me kirin’   Emîne Şenyaşar jî kêfxweşiya xwe ya ji bo piştevaniyê anî ziman û da zanîn bi saya vê li ser piyan mane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nobeta me wê bibe 200 roj. Zarokên min kuştin. Delîl tune kirin, ceza dan me, em derb kirin, pankartên me desteser kirin. Nehiştin em bikevin edliyeyê. Gelo Emîne Erdogan êşa me nabîne. Ev 200 roj in tenê me zilm dît.”   ‘Bila delîlan derxin holê’   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hewcedariya wan bi piştevanî û piştgiriyê heye, bila dengê wê bê bihîstin û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin hejmara parêzerên piştgiriyê didin me zêde bibin û ji her derê piştgirî bê. Ez ketim pey doza xwe, edaletê dixwazim. Ez çûm Enqereyê, Stenbolê, Amed û Dîlokê. Lê tiştek nekirin. Ez bimirim jî ez ê li vir bimirim. Bila delîlan derxin holê. Gelo dozger çima wan diparêzin?”