‘Divê pêvajoya çareseriyê careke din bê destpêkirin’ 2021-09-23 09:02:26     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Meliha Atak û Hevseroka HDP’ê ya navçeya Silopiyê Zozan Aşkin, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Îqtîdar ji bo ku xwe li ser nigan bihêle tecrîdê kur dike. Tecrît di her qadê de bandorek mezin li ser civakê û jinê dike. Divê pêvajoya çareseriyê carekeidn bê destpêkirin.”   Tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û ji ber vê di 25’ê Adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivîbû. Lê hevdîtina bi telefonê di nivî de hatibû birîn. Her wiha parêzerên wî jî herî dawî di 7’ ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn. Li dijî tecrîda girankirî her roj bertek mezintir dibin.   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Meliha Atak û Hevseroka HDP’ê ya navçeya Silopiyê Zozan Aşkin, tecrîda girankirî şermezar kirin.   ‘Ev 23 salin li ser serokê me tecrîd heye’   Dayika Aştiyê Meliha Atak, anî ziman ku dema mirovek di girtîgehê de be ji xwe di bin tecrîdê ye ye û got: “Îro ji xeynî  tecrîdê zilm, gef û zordarî jî li ser girtiyan tên meşandin. Her wiha nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Bi vî awayî tecrîda li ser girtiyan kurtir dibe. Di serî de ev tecrît li ser Serok tê meşandin. Mînaka vê tecrîdê li tu derê tune ye. Îro tecrîda ku li ser Serok tê meşandin, li ser hemû girtiyan û civakê jî tê meşandin. Dilê me dayikan dişewite. Dayik  naxwazin ku zarokên wan di girtîgehan de bin û bên kuştin. Em dixwazin ku ev tecrîda girankirî bê rakirin. Dema 2013’an de yanî di dema pêvajoya çareseriyê rewş baştir bû. Lê piştrepêvajo hat bidawîkirin û tecrîd giran bû. Ev 23 salin li ser Serokatî tecrîdek giran tê meşandin. Destûrê nadin ku malbat û parêzer  biçin pê re hevdîtinê bikin.   'Tecrîda Îmraliyê bandora xwe li ser civakê jî dike'   Meliha, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya 2013’an û wiha domand: “Dema pêvajoya çareseriyê de rewş baştir bû. Piştî vê du carin girtî dikevên çalakiya greva birçîbûnê. Gelek zarokên me di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Lê li dijî van hemûyan jî tecrît nayê rakirin. Ev tecrîda girankirî tu carî nayê qebûlkirin. Ger ku ev tecrît nehata girankirin dê ev qas mirov nehata girtin, binçavkirin, kuştin û qetil kirin. Ger tecrît bihata rakirin dê azadî, aramî û xweşî pêk bihata. Ev şerê tê berdewamkirin dilê me dayikan gelek dişewitîne. Dema tecrîda ser Serok bê rakirin wê demê tecrîda ser girtîgeh û civakê jî wê bê rakirin. Her wiha dema tecrît bêrakirin wê şer jî bi dawî bibe. Dayik jiyanek azad û aştiyane dixwazin. Bila pêvajoya çareseriyê careke din bê destpêkirin”   ‘Em tecrîdê bişkînin û çareseriyek bikin vî welatê’   Melîha diyar kir ku îqtîdar ji bo xwe li ser nigan bigire tecrîd giran kiriye, şer daye destpê kirin û wiha pêlda axaftina xwe: “Îqtîdar îro bi xwîn û şer xwe li ser nigan digire. Zane ku ger pêvajoya çareseriyê bê avakirin dê îqtîdara wan jî ji destê wan biçe. Ji ber vê yekê ye ku tecrîd giran kirine. Ger ku hikûmet şer nexwesta dê tecrîd bi dawî bikira. Piştî tecrîda hat girankirin şer gûrtir bû. Ev tecrît bi taybetî jî bandorê li jinan dike. Ji ber ku şerekî taybet di ser jinê re tê meşandin.  Gel di her alî û qadê de tengasiyê dijî. Jinan bi saya Serokatî xwe naskir û rabû li ser piyan. Ji ber vê yekê ye ku dixwazin jinê bêdeng bihêlin. Divê hemû gel rabin ser piyan dengê xwe bilind bikin û tecrîdê bişkînin.”   ‘Tecrît bi taybetî jî bandorek mezin li jinê dike’   Hevseroka HDP’ê ya navçeya Silopiyê Zozan Aşkin jî destnîşan kir ku piştî tecrît giran bûye şûnde li Tirkiyeyê kaos çêbûye û got: “Ev 23 salin li ser Rêberê Gelê Kurd  tecrîdek giran tê meşandin. Ev tecrîd îro ne bi tenê li ser Rêberê Gelê Kurd herwiha li ser hemû kurdan tê meşandin. Ger ku ev tecrîd neyê bidawîkirin dê li ser me jî giran bibe û şerekî dijwartir jî dê bi dede destpêkirin. Heta ev tecrît berdewam bike dê gelê kurd azad nebe. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe û tecrît bê bidawîkirin. Ji ber ku mifteya çareseriyê di destê birêz Ocalan de ye. Em êdî vê tecrîdê qebûl nakin. Ev tecrît bi taybetî jî bandorek mezin li jinê dike. Îqtîdar bi girankirina tecrîdê xwe li ser nigan digire. Ger ku ev tecrîd bê bidawîkirin dê çareserî jî pêk bê. Lê îqtîdar li şûna çareseriyê, şer dixwaze. Li welatê me xaniyên me hatin hilweşandin. Li Silopî, Hezex, Cizîr, Şirnex, Sûr û Geverê hevalên me di jêrzemînin de hatin qetilkirin. Ev tecrîda girankirî heta kengî dê bê meşandin. Bila kurd jî wekî hemû civakên dinê azad bin. Çima di ser bedena jinê re şerên qirêj didin meşandin.”   ‘Jinan bi saya rêber Apo xwe nas kir’   Zozan, bilêv kir ku jinan bi saya fikr û ramanên Abdullah Ocalan xwe naskiriye û wiha pê de çû: “Beriya ku Serokatî mafê jinê pê bide nasîn, mafê jinê dihat binpêkirin. Jin weke kole dihat dîtin. Piştre Serok bi fikr û ramanên xwe jin hişyar kir. Jinan bi saya wî hebûn û mafên xwe naskir. Piştî wê jn tim bi pêşve çûn. Li hemberê zilma mêr û îqtîdarê divê jin tu carî serî netewîne. Her wiha divê em jin dest bidin destên hevdû û vê tecrîdê bi dawî bikin. Heta ev tecrît neyê bidawîkirin dê ev şer nesekine. Em êdî kuştin û qetilkirinê naxwazin. Bila êdî bes dayik bigirîn. Em dixwazin pêvajoya çareseriyê carakedin bê destpêkirin.”