Li kampa penaberan jinekê xwest întîxar bike 2019-01-14 12:33:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li kampa penaberan a El-Rekban a li ser sînorê Urdun û Sûriyeyê hatiye avakirin jinekê xwest întîxar bike. Hat diyar kirin ku jina penaber êdî ne rakiriye ku zarokên wê birçî bimînin û ji ber vê xwestiye întîxar bike.    Hat diyar kirin ku li kampa penaberan a El-Rekban a li ser sînorê Urdun û Sûriyeyê hatiye avakirin jinekê xwest întîxar bike. Hat zanîn ku 3 zarokên jina penaber hene û êdî ne rakiriye ku zarokên wê birçî bimînin û ji ber vê xwestiye întîxar bike.    Berpirsê tenduristiya kampê Şûkrî Şîhab jî, da zanîn ku rewşa jina ku xwest întîxar bike başe, lê di bedena wê de birînên kûr ên şewatê hene û li Urdunê tê dermankirin.