Li cîhanê sala 2018’an a jinan: Xurt bimînin têkoşînê bidomînin 2018-12-31 09:06:42   Sîbel Ozalp   STENBOL - Ji Kampanya Tîmes Up heta Merasîme Xelata Grammy, ji greva femînîst a 24’an ya Ispanyayê heta çalakiya Women Dîsobey a Amerîkayê û çalakiyên Abortelîbre ya Şîliyê. Jinên cîhanê saleke bi têkoşîn derbas bûye li pey xwe dihêle. Hêviyên xwe yên wê di sala pêş de destkeftiyên jinan zêde bikin, mezin dikin.   Jinên ku nîvê mirovahiyê ava dikin ji bo mafên xwe têkoşînên mezin dan. Di encama têkoşîna ku li dijî binpêkirinan hatine dayîn bi civakê re hestiyarî afirî û der barê rêxistinbûna civakê de pêngav hatin avêtin. Wek li Tirkiyeyê li cîhanê jî seranserê salê bi têkoşîna jinan derbas bû û destkeftiyên mezin hatin bidestxistin.   Time's Up - Dem tije bû   Di meha çile ya 2018’an de lîstikvanên jin ên li DYA’yê di sektora sînemayê de cih digirin û di nav de Cate Blancheet, Emma Stone, Eva Longorîa, Natalîa Portmon jî heye ji 300’î zêdetir jinî, înstiyatîfa Tîme Up (Dem tije bû) ava kirin û li dijî tacîza zayendî ya sektorê kampanya dan destpêkirin. Lîstikvanên pêşengên kampanyayê bang kirin ku di Merasîma Xelata Kureya Zêrîn de her kes cilên reş li xwe bikin.    Di merasîma xelatê ya Grammy de tevgera jinan deng da   Kampanya Tîmes Up piştî xelata Kureya Zêrîn vê carê mohra xwe li merasîma xela Grammy da. Senbola tevgera protestoyê vê carê kulîlkên spî bûn. Hunermendên jin ji bo balê bikşînin ser tacîza zayendî kulîlkên spî bi cilên xwe ve kirin.   Dîsa li DYA’yê ji ber ku doktorê berê yê Tîma Olîmpîk a Jîmnastîkê Laryy Nassar, bi hinceta dermankirina tibî 156 atlet îstîsmar kiriye bi giştî 175 sal ceza hat birîn. Doza bi serlêdana sûc a 10 jinî dest pê kir bi tevlîbûna 150 jinî mezin bû.   Divê xwegirtin biryara me be   Di meha sibatê de li Îranê jinên li dijî rejîmê mafê xwe parastin, çalakiyên xwe berdewam kirin û jinan gotin ku ‘serîgirtin divê biryara me be’, berxwedana xwe berdewam kirin.   Li Ispanyayê greva femînîst a 24 saetan   Di meha Adarê de di çarçoveya 8’ê Adarê de li welatên cuda çalakî û grev pêk hatin. Li Ispanyayê di 8’ê Adarê de li seranserê welat bi banga 10 sendîkayan greva rojekê hat destpêkirin, bi sedan seferên trênê hatin betalkirin, jin daketin qadan.   ‘Na, na ye’   Dîsa li Ispanyayê 5 mêrên ku ji ber jinek îstîsmar kiribûn dihatin darizandin, tenê bi 9 sal ceza hatin cezakirin û li dijî vê jin daketin qadan û diyar kirin ku ev ceza ne adîlane ye. Bi hezaran jin li Madrîdê daketin qadan û dirûşmeyên ‘Na, na ye’, ‘Şerma mezin e!’ berz kirin û daxwaza îstifa dadger kirin.   Li Îranê jin ketin stadyumê   Li Îranê ku ji sala 1979’an heta niha qedexeye ku jin biçin maça futbolê, 5 jinan xwe wek mêran amade kirin û ketin stadyumê. Dewletê ev qebûl nekir û jinan ev mijar ji ser çapemeniya civakî anîn rojevê.    Jinên Suudî Erebîstanê ku bi salane têdikoşin piştî qedexeya 35 salan şûnde ketin salona sînemayê. Di 18’ê Nîsanê de li Suudî Erebîstanê salona sînemayê vebû.   Li Îrlandayê jinan li dijî qedexeya kurtajê berxwedan û di encama vê de di qanûna ku kurtaj qedexe dikir de guherîn hat kirin.   Her wiha di Mîhrîcana Cannes a Fîlman de hunermendên jin ên ji tevgera #MeToo re pêşengî kirin mohra xwe lê dan. Rêbaza ku divê di Cannesê de jin pêlavên bilind bikin lingê xwe, piştguh kirin û lîstikvan Krîsten Stewart pêlavên xwe derxist û li ser xaliya sor meşiya.   Li Amerîkayê bi pêşengiya jinan ji hezarî zêdetir kesî polîtîkayên penaberan ên Amerîkayê protesto kirin. Nêzî 600 jinên di avahiya Senatoya Washîngtonê çalakiya rûniştinê pêk hatin, hatin binçavirin. Di nav aktrîs Susan Sarandon jî hebû. Susan biryara binçavkirinê li ser Twîtterê ragihand. Ji bo Susan piştgî li ser çapemeniya civakî mezin bû. Li Arjantîn, Îrlanda û Şîliyê jî jinan ji bo mafê kurtajê li qada bûn. Di meha îlonê de jinan li Arjantînê li dijî krîzê ketin nava berxwedanê. Li Îzlandayê jinan newekheviya heqdestê di navbera jin û mêran de protesto kirin. Li Israîlê jinan kuştinên jinan protesto kirin.