Li Fîlîpînê ji ber lehiyê 36 kesî jiyana xwe ji dest da 2018-12-30 12:51:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Fîlîpînê, barana zêde bû sedema hezazê û lehî rabe. Ji ber karesatê 36 kesî jiyana xwe ji dest dan.   Li gorî malperên nûçeyan yên herêmê li Fîlîpine ji ber barana zêde bû sedema hezazê û lehî rabû. Ji ber lehiyê 36 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane di bin lehî û heriyê de mane. Li herêma Legazpî ya eyaleta Albayê, sê kesên ji malbatekê di xew de ji ber felaketê mirin. Polîs û servîsên lezgîn ên li herêmê ragihandin ku di lehiyê de bi giştî 36 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li 6 eyaletên din ên welêt ku baran lê zêde bariya, 22 hezar mirov neçar man cih û warê xwe biterikînin. Karê lêgerîn û rizgarkirinê hê jî berdewam dike.