Jina berî bi 32 salan hat revandin hat dîtin 2018-12-26 10:27:25   NAVENDA NÛÇEYAN -Li Arjantînê jina ku di salên 1980'yî de ji aliyê kesipkarên mirovan ve hat revandin hat dîtin. Jina hat rizgarkirin piştî 32 salan bi zarka xwe ya 9 salî re li malbata xwe vegeriya.   Jina ku li Arjantînê ji aliyê kesipkarên mirovan ve di salên 1980'yî de hat revandin li ser agahiyeke ku hat dayîn piştî 32 salan ji aliyê polîsên Arjantîn û Bolîvyayê ve bi operasyoneke ku hat destpêkirin hat rizgarkirin. Jina ku hat rizgarkirin şandin gel malabta wê.   Jina ku niha li başûrê Bolîvyayê li bajarê Bermejo dimîne, niha 45 salî û zarokek wê ya 9 slalî heye. Di daxuyaniya ku derbarê jina berî bi 32 slan hat revandin de sedema revandina wê nehat vegotin.