Hilweşandina li Sûrê li Hollandayê hat pêşandan 2018-12-19 10:57:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Hilweşandin û sûcên şer ên ku di serdema qedexeyên derketina derve de li Sûrê hat jiyîn li Bajarê Den Haanê yê Hollandayê hat pêşandan.    Hilweşandin û sûcên şer ên ku di 2015'an de, di serdema qedexeyên derketina derve de li Sûrê hat jiyîn li Bajarê Den Haanê yê Hollandayê hat pêşandan. Wêneyên ku ji aliyê wênekêşê Hollandayî Piet Den Blanken ve hat kişandin li Şaredariya Hollandayê hatin pêşandan. Dê pêşangeh heta 9'ê Çileyê 2019'an bidome.    Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Şik Barut a ku dewsa wê qeyyum hat tayinkirin, Ji Partiya Den Haag Grup a Çep Arjen Kapiteijn, ji partiya Den Haag Stads Partisş  Joris Wijsmuller û Endamên Meclîsa Şaredariya Den Haagê beşdar bûn.    Fatma Şik Barut axaftina destpêkê kir û got:"Ev pêşangeh ji bo me gelek bi wate ye. Ji bo tiştên ku hatin jiyîn bê bihîstin û bê ceza nemîne ev pêşangeh girîng e. "