Li Sînorê DYA'yê gelek jê jin êrîşî bi hezaran koçberan hat kirin 2018-11-26 13:10:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo ku bên li DYA'yê serlêdana îltîcayê bikin bi hezaran koçberên piraniya wan jin û zarok ji aliyê leşkerên DYA'yê ve bi êrîşa gaza îsotê re rûbirû man.   Ji bo ku bên li DYA'yê serlêdana îltîcayê bikin bi hezaran koçberên piraniya wan jin û zarok ji aliyê leşkerên DYA'yê ve bi êrîşa gaza îsotê re rûbirû man û DYA'yê deriyê xwe yê sînor girt.   Hikûmeta Meksîkayê ku derbarê bûyerê de daxuyanî da diyar kir ku DYA wê kesên bi hewldana xwe sînor derbas kirin dersînor bike û koçberan jî bi dirûşmên "em kedkarên navneteweyîne" bertek nîşan dan.   Meksîkayê di daxuyaniya ku herî dawî da de diyar kir ku rewş di bin kontrola wan de ye.   Gelek koçberên ku dixwazin îltîcayî DYA'yê bikin ji Honduurasiyan pêk tên.