Hejmara kesên li Calîfornîayê ji ber şewatê mirin zêde dibe 2018-11-11 14:01:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara mirovên ji ber şewata li Calîfornîayê mirin, zêde bû. Li gorî agahiyên dawî, heta niha 25 kes mirine.   Hejmara mirovên ji ber şewata li Calîfornîayê mirin, zêde bû.  Li nêzî bajarokê Paradîseyê 14 cenazeyên din hatin dîtin. Bi vî rengî hejmara mirovên ji ber şewata daristanê ya li eyaleta Calîfornîa ya DYA'yê terket 25 kesî. Tê texmînkirin ku nêzî 250 hezar kesî ji neçarî malên xwe terikandine. Pisporên meteorolojiyê hişyarî dan ku rewşa metirsîdar wê hefteya bê jî dewam bikin.   Li Malîbû û Calabasê gelek navdar neçar man malên xwe biterikînin. Kîm Kardashîa, Caîtlyn Jenner, Lady Gaga û Gûîllermo Del Toro çend ji wan navendên ku gel malê xwe terikandine ne.   Serokê DYA'yê Donald Trûmp jî îdîa kir ku ji ber rêvebirina nebaş, li daristanan şewat derketiye. Trûmp rayedarên Calîfornîayê ji şewatên beriya niha berpirsyar dîtibû û gef xwaribû ku wê budçeya federal bloke bike.   Berdevka Waliyê Eyaletê Jerry Brown Evan Westrûb jî ji bo daxuyaniyên Trûmp gotibû "bi cahiltî û nezanî" û nerazîbûn nîşan dabû.