Biryara îdama derbarê Asya Bibi de hat betalkirin 2018-10-31 12:32:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Pakistanê biryara îdamê ya ku derbarê jina Ermenî ya bi navê Asya Bibi de dabû betal kir.    Dadgeha Pakistanê derbarê jina Ermenî Asya Bibi de bi hinceta ku "Heqaret li Îslamê" kiriye biryara îdamê dabû. Dadgehê biryara îdamê betal kir û daxwaza rizgariya Asyayê kir. Asya di 2010'an de hatibû girtin û 8 ev sal in ku di hucreyê de dima.    Biryara îdamê ya dadgehê li cîhanê bûbû sedema bertekên mezin.