Jina ku parastina xwe ya rewa kir hat berdan 2018-10-29 13:38:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Jina bi navê Olga ya ku li Herêma Sibiryayê dijî, li hemberî mêre ku xwest wê qetil bike parastina rewa kir.    Jina bi navê Olga ya ku li Herêma Sibiryayê ya li Rûsyayê dijî, li hemberî mêre ku berê bi wê re zewicî bû xwest wê qetil bike parastina rewa kir. Mêrê ku rakirin nexweşxaneyê talûkeya wî ya jiyanî tune ye. Piştî ku dîmenên Olgayê kişand û li ser medyaya civakî hat parvekirin şûnde Olgayê hat girtin. Hat diyarkirin ku piştî îfadeyê Olgayê serbest hat berdan.