Tevî biryara dadgehê ketina jinan a perestgehê hate astengkirin 2018-10-27 12:38:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li  Hîndîstanê ji aliyê  Dadgeha Bilind ve qedexeya ketina jinan a perestgehê ya Sabarîmala hatibû rakirin. Jinên ku dixwestin bikevin perestgehê hatin astengkirin û hate ragihandin ku di  encama êrîşan de dora 2 hezar kesî hatine binçavkirin.    Li Hîndîstanê ji aliyê Dadgeha Bilind ve zagonên ku ji  jinan re ketina  perestgehê qedexe dikir hate rakirin. Lê tevî vê yekê bi hezaran jinên ku xwestin herin perestgehê û îbadet bikin hatin sekinandin û derpkirin. Di encama êrîşê de dora 2 hezar kesî hatin binçavkirin.