MJC: Divê modela konfederal a jinan mînak bê dîtin 2018-10-25 11:41:56   NAVENDA NÛÇEYAN - MJC'ê civîna xwe ya vê salê di 22 û 28'ê Cotmehê de li Îspanyayê pêk tîne.  Di civîna ku hat lidarxistin de, hat diyarkirin ku dikare modela ku ji aliyê kurdan ve li bakurê Sûriyeyê kirine meriyet mînak bê girtin.   Meşa Jinan a Cîhanê (MJC), civînên xwe yên ku ji 2 salan carekê li dar dixe vê salê li bajarê Bîlbao-Bask li Zanîngeha Baskateriyê li dar dixe. Ji bo civînên MJC'ê ya 11'emîn ku di navebara 22-28'ê Cotmehê de tê lidarxistin, Di serî de ji Amerîkaya Latîn, Asya, Ewropa, Afrîka û ji Rojhilata Navîn bi giştî ji 37 welatan ji 100 zêdetir çavdêr û delege tevlibûn. Herwiha ji Kurdistanê jî 2 delege tevli bûn.   Divê modela konfederal a kudan mînak bê dîtin   Di rojeva yekem a civînê de, zextên şîrketên baviksalar ên li ser ekolojiyê, yên kapîtalîzmê li ser jinan û mijarên îstîsmara aborî hatin destgirtin.  Ji aliyekî din ve jî çalakiyên jinan ku li dijî CEO'yan pêk anîn ku ji aliyê CEO'yan ve tê xwestin bên kêmkirin û wekî MJC li dijî van girtina biryarên stratejîk jî jî niqaş hatin kirin. Di roja duyemîn a civînê de jî, rewşa rêxistinî û ji bo rêxistineke bi hêz dibê çi bêkirin û li ser rêxistinbûna enternasyonalîst niqaş hatin kirin. MJC'ê diyar kir ku ew dikarin modela konfederal a li kurdistanê di meriyetê de ye ku modeleke nû ya konfederal e mînak bigirin û bi vî awayî wê tu jin bê rêxstin neyên hiştin.   Civîn wê heta 28'ê Cotmehê bi niqaş û çalakiyan berdewam bike.