Li DYA'yê mêrê êrîşa zayendî kir hat girtin 2018-10-24 13:12:05   NAVENDA NÛÇEYAN-Li DYA'yê mêrê  ku êrîşa zayendî pêk anî hat girtin. Bersûc di îfadeya xwe de  gotinên Serokê DYA'yê Donald Trump bi bîr anîn û bi wan gotinan xwe parast û êrîş meşrû kir.   Li Eyaleta New Mexico ya DYA'yê di balafirê de jinek rastî êrîşa zayendî hat. Piştî ku jinê gilî kir der barê bersûc de lêpirsîn hate vekirin. Bersûc di îfadeya xwe de gotinên ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump bi bîr xistin û xwe bi wan gotinan parast û êrîşa ku pêk anî meşrû kir.  Bersûcê ku dê heta danişînê girtî be derheqê wî de 2 sal cezayê girtîgehê û 250 dolar cezayê pere tê xwestin.   Serokê DYA'yê Donald Trump di sala 2015'an de di qeyda deng de gotinên ku êrîşa zayendî meşrû dike gotibûn. Di sala 2016'an de piştî ku qeyda deng aşkera bû Donal Trump lêborîn xwe xwestibû.