IPU: Parlamenterên jin bi êrîşên zayendî re rûbirû ne 2018-10-16 11:22:50   NAVENDA NÛÇEYAN - IPU û PACE'yê diyar kirin ku jinên parlamenter ên li parlamentoyên Ewropa yê bi cudakariya zayendî û êrîşên zayendî re rûbirû dimînin.   Yekitiya Parlamenteran a Navneteweyî (IPU) û Meclisa Konseya Ewropayê ya Navneteweryî (PACE) tevgera "Me Too" encamên lêkolîna ku derbarê rewşa jinên parlamenter ên li parlamentoyên Ewropayê de kirin bi raya giştî re parve kirin. Di daxuyaniya nivîskî ku ji aliyê UPU'yê ve hat dayîn de derbarê encamên xebata ku hat kirin û ji nirxandinên derbarê mijarê re cih hat dayîn.  Di daxuyaniyê de hat gotin ku parlamenterên jin ên li parlamentoyên Ewropayê  bi awayekî ciddî bi êrîşa zayendî û tundiyê re rûbirû dimînin.     'Ji sedî 85'ên wan bi tundiya psîkolojîk re rûbirû dimînin'   Li gorî encamên lêkolînê, jinên parlamenter ji sedî 85'ên wan bi tundiya psîkolojîk re rûbirû dimînin û wiha hat gotin: "Jinên temên wan di bin 40 salî re dikarin bi tacîzê re rûbirû bimînin; xebatkarên jin ên li parlamentoyê dixebitin jî ji jinên parlamenter  zêdetir bi êrîşên zayendî re rûbirû dimînin. Ji bo ku jin vê rewşa xwe bibin parlamentoyê jî di vê derbarê de tu mekanîzma tune ye."   Di daxuyaniyê de hat diyarikirin ku ev rapor di encama xebatên IPU û PACE yên hevdîtina bi 123 jinên li 45 parlamentoyên Ewropayê dixebtin de hatiye amadekirin û ev tişt hat gotin: "Ji 123 jinên ku bi wan re hevdîtin hatiye kirin 81'ên wan parlamenter, 42 jî jinên li parlamentoyê dixebitin e.  Ev rapor raporên beriya vê ên IPU yên derbarê mijarê de piştrast dike. Herwiha ev rapor di heman demê de wêneyê tundiya li dijî jinan a li Parlamentoyên ewropayê ye."   Ji sedî 47'ê wan bi mirinê tên tehdîtkirin   Ji jinên ku bi wan re hevdîtin hat kirin ji sedî 47'ên wan anîne ziman ku bi mirin, tecawiz û tundiyê hatine tehdîtkirin, ji sedî 68'ên wan diyar kirine ku ji ber cil û bergên xwe bi gotinên zayentperest re rûbirû man û ji sedî 25'ê van jinan ji diayar kirine ku ew raste rast bi tundiya zayendî re rûbirû mane.   'Rapor mirov ditirsîne'   Seroka IPU'yê ya demê Gavrîela Cuevas, a ku derbarê mijarê de nirxandin kir jî wiha got: "Encamên ku raporê derxistine holê mirov ditirsiînin.  Tacîza li dijî jinan tenê ne binpêkirina mafên jinan e di heman demê de zerarê dide demokrasiyê jî. Divê ku em bi zanibin ev rewşa çawa  bandorê li ser kar û xebatên jinan ên ku dixwazin bi awayê azad rêve binin dike."   'Em vê rewşa xeter bi têkoşînê dikarin biguherin'   Seroka PACE 'yê ya demê Lîlîane Maury Pasquîer jî wiha got: " Mixabin ev xebat, rastiyeke ku mirov xemgîn dike daniye holê. Heta ku newekheviya di navbera jin û mêr de berdewam bike, wê tu jin nikaribe xwe ji tundiyê biparêze."