Jin li dijî Donald Trump daketin kolanan 2018-10-14 10:30:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bajarê Chîcago yê DYA'yê bi hezaran jin, li dijî 'polîtîkayên dijberiya jinê' yên Donald Trup daketin kolanan, bang li gel kirin ku di hilbijartinên meha mijdarê de li dijî van polîtîkakayan dengê xwe bi kar bînin.   Derbarê hilbijartinên meha mijdarê yên parlamentoyê de ku wê  li DYA'yê bên kirin, li bajarê Chîcago jin bi dirûşma "Em heta sindoqan bimeşin" hatin gel hev û çalakî li dar xistin. Jinan bang kir ku her kes li dijî polîtîkayên Donald Trump ên "dijberiya jinan" dikin dengê xwe bi kar bînin.  Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa, "Dengê xwe bi kar bînin, jiyana we girêdayî vê ye", "pêdivî bi her deng û her hilbijartinê heye" vekirin.   Jinên ku li bajarê Chîcago stand vekirin, bala hilbijêran kirşandin. Çalakiyên bi heman rengî di meha cotmehê de li bajarên din ên DYA'yê jî hatibûn kirin.   Herî dawî tayînkirin Brett Kavanagh yê ku bibû mijara êrîşên zayendî a dadgeha bilind ji aliyê Donald Trump ve bibû sedema bertekên jinan.