Li DYA'yê jinek hat qetilkirin 2018-10-13 10:33:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li DYA'yê jina bi navê Kelsey Quayle dema ku diçû kar di wesayeta xwe de hat kuştin. Kelseya ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Kelsey Quayle ya ku 28 salî û li Bajarê Atlanta yê girêdayî eyaleta Georgiayê ya DYA'yê dijiya dema ku diçû kar hat kuştin. Bi ambûlansa ku hat cihê bûyerê Kelseyê rakirin nexweşxaneyê. Kelsey jiyana xwe ji dest da. Xwişka wê ji Fox5'ê re axivî û got:"Ez dixwazim hîn bibim ku kê ev tişt kiriye. Xwişka min ev yek heq nekiribû."   Polîsan berê gotin qey Kelseyê qeza derbas kiriye lê vê dawiyê bijîşka anîn ziman ku ew bi çekê hatiye kuştin.    Hat diyarkirin  ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.