Derbarê kuştina rojnamger Vîctorîa de kesek hat girtin 2018-10-10 11:58:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê bûyera Rojnamegera Bulgar Vîctorîa Marînova ku piştî bi êrîşa zayenîd re rûbirû mabû hatibû kuştin de hat diyarkirin ku kesek li Almanyayê hatiye binçavkirin.   Wezîrê Karên Hundir Mladen Marînov ku derbarê mijarê de daxuyanî da diyar kir ku bersucê bi navê Severîn Kasîmov yê 21 salî ku piştî bûyerê bi du rojan ji bajarê Ruse çûye Almanyayê mînakên wî yên DNA'yê bi yên li ser kincên Vîktoriyayê re li hev dikin. Herwiha Mladen diyar kir ku ji bo Severîn îadeyî Bulgaristanê bê kirin jî ew ê di demeke kurt de derxin dadgehê.   Serdozger Sotîr Tstsarov jî diyar kir ku Severîn Krasîmov yê ku bi diziya bermahiyan tê sûcdarkirin li mala wî ya li Ruseyê alavên aîdê Vîctorîayê hatine dîtin.   Li aliyekî din jî hat diyarkirin ku mala Severîn Krasîmov nêzî mala ku Vîctoriayê lê rûdinişt e.