Bilançoya Endonezyayê her ku diçe girantir dibe 2018-10-09 12:00:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara qurbaniyên erdhej û tsunamiya li girava Sûlawesî ya Endonezyayê 2 hezar derbas kir.   Reyadarên herêmî ên Endonezyayê roja duşemê ragihand ku di encama erdhej û tsunamiyê de ku hefteya borî li girava Sûlawesî ya Endonezyayê çêbûye, hejmara qurbaniyan gihaşt derdora 2 hezaran. Lê li gor daneyên herî dawî hejmara qurbaniyan 2 hezar derbas kir û bû 2 hezar û 10 kes.   Berdevkê artêşa Endonezyayê Mihemed Tohîr got heta niha hezar û 944 cenaze li bajarê Balo û derdora wê hatine dîtin.   Tohîr ji AFP’ê re ragihand ev hejmar dibe ku zêdetir bibe, ji ber ku hîna lêgerîna li cenazeyan nedane rawestandin. Reyadar ditirsin ku 5 hezar kesên windayî dibe ku di bin bermahiyên erdhejê de bin.