Rojnamegera ku bi êrşa zayendî re rûbirû ma hat qetilkirin 2018-10-08 13:49:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Jina Rojnameger Vîktorîa Marînova ku li Bulgaristanê bi êrşa zayendî re rûbirû ma hat qetilkirin.   Jina Rojnameger ku li Bulgaristanê li ser îdiayên fona DYA'yê ji aliyê rêvebirên herêmî ve ji bo bertîlê tê bikaranîn lêkolîn dikir, roja şemiyê li Rusyayê hat qetilkirin. Polîs diyar kir ku piştî tecawizî Vîctoryayê hatiye kirin pişre jî ew qetil kirine. Nûnerê AGÎT'yê azadiya medyayê Harlem Desîr diayr kir ku ji bo berpirsiyar demildest bên darizandin wan bang li berpirsiyarên Bulgaristanê kiriye ku lêpirsînek berfireh bidin destpêkirin.   Vîctoryayê, herî dawî di bernameyeke televîzyonê de, bi komek rojnamegerên Bulgar re derbarê îdayên ku fonê DYA'yê ji aliyê rêveberên herêmî  ve ji bo bertîlê tên bikaranîn de bernameya niqaşê rêvebiribû. Herwiha Vîctoryayê, bi du rojnamegerên ku li ser vê îdaya fonê ji bo bertîlê tê bikaranîn de hevpeyvîn kiribû, bernameya derbarê mijarê de di 30'ê Îlonê de hatibû meşandin.