Hunermenda operayê Monstserrat Caballe jiyana xwe ji dest da 2018-10-06 11:39:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermenda Operayê ya navdar Monstserrat Caballe jiyana xwe ji dest da.    Hunermenda navdar Monstserrat Caballe ji ber ku di sala 2012'an de felc derbas kiribû tedawî didît. Di Îlona sala 2017'an de ji ber pirsgirêka ziravê ya kronîk li nexweşxaneyek bajarê Barselona ya Ispanyayê tedawî didît. Monstserrat a ku tedawî didît jiyana xwe ji dest da.    Ji bo Monstserratê dê roja duşema 8'ê Cotmehê merasîma cenazeyê bê lidarxistin.