Li Brezîlyayê wê çarenûsa hibijatinê jin diyar bikin 2018-09-30 12:21:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Brezîlyayê wê di hefteya pêşiya me de hilbijartin bê kir û piraniya hilbijêran bê biryar in.ç. Gûman heye ku Jarîr Bolsonaro  yê rastgir di hilbijartinan de bi ser keve lê diyar e ku ew ê helwesta jinan çarenûsa vê hilbijartinê diyar bike.  Jinên Brezîlyayê  ku bi dirûşma “#EleNao (Ji bo wî na)” derketin kolanan ji bo wan ji jinên gelek welatên din jî piştgirî hat.   Li Brezîlyayêa ku ji 2003'yan ve ji aliyê serokdewetên Partiya Kedkaran (PT) ve Lula da Sîlva û Dîlma Rousseffê ve dihat rêvebrin ku bi riya darazê ji kar hatin dûrxistin, di hilbijartinên ku ew ê di 7'ê Cotmehê de li Brezîlyayê pêk bên de tê gotin ku gûmana Jaîr Bolsonaro yê rastgir bi ser keve heye.   Ji bo Jarî Bolsonaro yê ku bi gotinên xwe yên baviksalar û bi derxistina pêş a malbata klasîk tê naskirin tê gotin ku ewê ji valahiya Lula da Sîlva ya ku ji ber di girtîgehê de ye namezediya wê hatiye redkirin sûdê bigire. Herwiha neçûna alîgirên partiya çepgir ya ser sindoqê  û qelsbûna namzedên rastgir ên navendê jî di be ku bi kêrî serketina Jaîr Bolsonaro bên.   Çarenûsa hilbijartinê wê jin diyar bikin   Tê texmînkirin û hêza sereke ya ku dikare Jaîr Bosonaro yê ku bi gotinên xwe yên pesnê dîktatoriya li Brezîlyayê di sala 1964 -1985'an  hat ser desthilatdariyê dide tê zanîn asteng bike jin in.   Duh dema ku li Brezîlyayê jin bi dirûşma “#EleNao (Ji bo wî na)” derketin kolanan, li gelek welatên din jî li dijî Jaîr Bosonaro ji aliyê jinan ve çalakî hatin lidarxiwsitn. Herwiha banga jinên Brezîlyayî ji aliyê jinên DYA, Brîtanya, Kanada, Îspanya, Fransa û Arjantînê ve jî piştgirî girt.