Keştiya koçberan hat gulebarankirin: Jinekê jiyana xwe ji dest da 2018-09-26 10:12:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêza Leşkerî ya Fasê ya Bahrê keştiya ku koçber têde bûn gulebaran kir. Jinekê jiyana xwe ji dest da.    Hêza Leşkerî ya Bahrê ya Fasê keştiya koçberan a  ku ji Bahra Spî derbasî Îspanyayê dibû gulebaran kir.  Di bûyera ku hat jiyîn de jinekê jiyana xwe ji dest da û sê kes jî birîndar bûn.    Hat diyarkirin ku polîs kesên ji tevgera keştiyê berpirsiyar binçav kirine.