Li Zimbabaveyê ji ber nexweşiya kolera 32 kes mirin 2018-09-21 13:45:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Li payitextê Zimbabaveyê Harare ji ber nexweşiya kolera 32 kesî jiyana xwe ji dest da.   Li payitextê Zimbabaveyê Harare Dîrektorê Tendirustiyê Clemence Durî, di daxuyaniya ku da, diyar kir ku di encama nexweşiya kolera ya 7 hezar û 500 kes jê bi bandor bûye 32 kesî jî jiyana xwe ji dest daye. Clemece diyar kir ku  Nexweşiya li welêt di serê mehê de derket holê gitine bin kontirolê û wiha berdewam kir: " Dema ku nexweşî derket holê hejmara nexeweşên bi vê şewbê nêzî hezarî bû lê niha ev hejmar heta 150 kesî daketiye."    JI bo ku nexweşî li herêmên din jî belav nebe li payitext  Harareyê rewşa awarte hat îlankirin û çalakiyên ji cemaweriyê re vekirî jî hatin îptalkirin. Hat aşkerkirin ku nexweşî ji ber nebesiya binesaziya li bajar ku ava bîran hatiye bikaranîn derketiye holê.