NY: Li Yemenê jiyana 300 hezar mirovî di xetereyê de ye 2018-09-14 12:21:26   NAVENDA NÛÇEYAN - NY'ê derbarê êrîşa li ser Hudeydeyê ya Koalisyona ku pêşengtiya wê Suudî dike, pêk anîbû got ku li welat 300 hezar kes bi mirinê rû bi rû ne.    Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê êrîşa li ser Hudeydeyê ya Koalisyona ku pêşengtiya wê Suudî dike, pêk anîbû got ku li welat 300 hezar kes bi mirinê rû bi rû ne. Koordinatorê Alîkariya Mirovî ya NY'ê Lise Grande diyar kir ku 300 hezar kes bi mirinê rû bi rû ne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nav şerdên şer de di serî de xwarin û alavên tibî, alîkariyên mirovê tenê dikare ji Hudeydeyê derbas bibe.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Tesîsên li Hudeydeyê bi milyonan mirovî xwedî dike. Niha di tesîsa Kizildenizê de 45 hezar metrik xwarin heye û ev dikare di mehekê de 3 milyon mirovî xwedî bike. Heger ev xera bibe dê qeybên mirovan neyê hesabkirin."