NY, diyar kir ku Tirkiye li Efrînê hiqûqa navneteweyî binpê dike 2018-09-12 16:32:55   NAVNEDA NÛÇEYAN - Komîsyona lêpirsînê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku dewleta tirk li Efrînê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û komên OSO'yên girêdayî  wê kiryarên keyfî pêk anîne.   Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya lêpirsînê de ku têkildarî êrîşên kîmyewî yên li Sûriyeyê hatine bikaranîn û binpêkirinên hiqûqa navneteweyî amade kir, cih da binpêkirinên li Efrînê ku piştî dagirkirinê pêk hatine.   Li gorî nûçeya Reutersê di raporê de êrîşên dewleta tirk ê dagirkirina Efrînê ku 20’ê Çileyê pêk hatibû, cih girtin. Di raporê de tê gotin ku nexweşxaneya herî mezin a bajêr, cihê bazarê û taxên bajêr ji hêla hêzên dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatine rûxandin.   Di rapora komîsyona lêpirsînê de wiha hate gotin: “Ji 20 Çileyê ve hêzên dewleta tirk ên hewayî ku êrîşan pêk tînin, hiqûqa navneteweyî binpê kirine û beriya ku hin êrîşan bidin destpêkirin, hemû tedbîrên ku bên girtin ji holê radikin û pêk naynin.” Di raporê de bertekên ji bo pêkanînên komên delwta tirk a  ên bi navê ‘Artêşa Azad a Sûriyeyê’ jî cih digirin.   Her wiha di raporê de tê gotin ku hêzên Sûriyeyê îsal li Xûtaya Rojhilat û herêma Idlibê di bombebaran de gaza klorê bi kar anîne û ev jî sûcê şer e. Di rapora lêpirsînê de li gel 3 êrîşên çekên kîmyewî, ji sala 2013’an ve hejmara êrîşên çekên kîmyewî yên di raporê de cih digirin derkete 39’an. Ji 33 hebên van rejîma Sûriyeyê berpirsyar hate girtin. Li gorî rayedarekî NY’yê ku ji Reutersê re axivî, kiryarên her şeş êrîşên din nehatine peyitandin.