Li Hîndistanê jê du zarok malbata ku ji 7 kesan pêk tê dawî li jiyana xwe anîn 2018-08-01 11:36:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat îdiakirin ku ji ber qeyrana aboriyê jê 2 zarok malbata ku ji 7 kesî pek tê dawî li jiyana xwe anîne.   Li Bajarê Ranchiyê yê li Rojhilatê Hindistanê hat îdiakirin ku malbata ji 7 kesan pêk tê ji ber qeyrana aborî dawî li jiyana xwe anîne. Li gor agahiyên polîs da malbatê li dû xwe nîşeyên ku ji 15 rûpela pêk tên hiştine. Li gor Nûçeya BBC Tirkî di nav malbatê de yê herî temenbilind Naraya ye û 75 salî ye. Di nav malbatê de 2 zarok jî hebû.    Ajansa Reutersê ragihand ku herî dawî pirsgirêka aborî ya malbatê hebûye. Ajansê da zanîn ku sedema mirina malbatê dê bi nîşeyên ku hiştine û otopsiyê diyar bibe.    Li Hindistanê meha borî jî hatibû îdiakirin ku ji malbatekê 11 kesan dawî li jiyana xwe anîne.